RIHA – Li Rihayê di serdagirtina malê de 3 endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê, hatin binçavkirin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê polîsan bi ser mala Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îsmet Înce ya li navçeya Hewagê girtin. Înce yê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin, birin Midûriyeta Polisan a navçeyê.
Hate hînbûn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Sêwêregê jî Civan Kaya (23) û ciwanekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Tê payîn ku ciwanên hatin binçavkirin piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê dê sewqî Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê ya li navenda Rihayê bên kirin.