Fermandar û şoreşger Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) sala 1975`an li Hesekê ji dayik bûye. Malbata wê xwedî mîraseke mezin a têkoşînê ye.
Feryal Xalid, zîrek û jêhatî bû. Her tim di nava lêgerînê de bû. Di salên 1990`î de piştî ku tevgera rizariya Kudistanê li Kurdistanê û Rojava belav bû, malbata şehîd Feryal têkoşîna tevgerê nas kir û li ser bingeha ku tevger ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîneke rastîn e, sala 1993`yan tev li tevgerê bû.
Feryal ku bi nasnavê Zelal Zagros tê naskirin, piştî ku di lêgerîna li tiştên li derdora xwe û Kurdistanê diqewimin de gihaşt wê qenaetê ku rêya xilasiyê di şopandina têkoşîna tevgera rizgariyê de ye, di 15`ê Tebaxa 1995`an de ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîneke bêhempa meşand û bi lêhûrbûna li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe û ya azadiya jinan bi pêş xist.
Zelal 15 salan li çiyayên Kurdistanê tê koşiya. Dûre çû Ermenistanê, ji bo ku doza Kurd û Kurdistanê bide nasandin. Şehîd Zelal di 8 salan de karî kesayeta jinên Kurd a fermandar û şoreşger bi awayekî layîq nîşan bide. Piştî destpêkirina çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê, berê xwe da Rojava ji bo ku tecrubeya xwe ya têkoşînê û şoreşgerî bi xelkê herêmê re parve bike. Ji lew re cihê xwe di avakirina komîn û meclisan de li navçeya Tirbespiyê girt. Rolek di xurtkirina têkiliyên pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de lîst û di demeke kin de ew xebat meşandin û bi ser xistin.
Zelalê fikr û hişmendiya rizgariyê di dilê xwe de mezin kir û berê xwe da navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişloyê. Di nava xelkê wê de bi sadebûn û dilovaniya xwe hate naskirin.
Piştî destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê sala 2016`an, bi destpêkirina rizgarkirina gundên Minbicê re, Zelalê israr kir ku biçe bajêr û gelê herêmê bi rêxistin bike. Ji ber ku baş dizanî bingeha avakirina her civakekê ji avakirina kes û civakê bi rê û rêbazan û li gorî felsefeya neteweya demokratîk dest pê dike.
Gundên bajarê Minbicê tev da şahidên têkoşîna şehîd Zelal in, ji xeta Eseliyê bigire heta bigihêje xeta Erîme û naverasta bajêr. Yek ji sedemên herî girîng ku ji ber wê şehîd Zelal berê xwe da Minbicê, birêxistinkirina jinan li ser rêgezên têkoşîna rizgariyê bû. Şehîd Zelal yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê bû û roleke mezin di tevlêkirina gelek kesan de, lîst. Her wiha yek ji taybetmendiyên wê yên herî girîng ku li Minbicê xuya bûn, tevlêkirina her kesî di dayîna biryaran de bû da ku her kes cihê xwe di avakirina civakeke azad de bigire.
Piştî Minbicê, şehîd Zelal bi destpêkirina sala 2018`an çû Dêrazorê û têkoşîna xwe domand. Bi destpêkirina rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê, tevî zehmetiyan û gefên DAIŞ`ê li dijî wê, lê li wan herêman têkoşîn meşand. Li Dêrazorê têgeha biratiya gelan û têkoşîna nîştimanî ji bo rizgariyê sepand.
Piştî meşandina têkoşîneke mezin, Zelal çû Şamê ji bo ku gelê Kurd ê li wir bi rêxistin bike û xwe bigihîne tevgerên jinan ên li wir. Di vê çarçoveyê de perwerdekirina jinên Ereb û tevahî jinan li Sûriyeyê, girte ser milê xwe. Zelal wek mînaka li ser têkoşîna jina azad hate naskirin.
Çavê Zelalê li ser rizgarkirina Kurdistanê bi rêya rizgarkirina jinan bû. Ji lew re berê xwe de Başûrê Kurdistanê û li Kerkûkê dest bi birêxistinkirina jinan kir. Têkoşîna jinan û girîngiya birêxistinkirina wan, bi wan da nasîn.
Di 31 salan de, bê westan fermandar şoreşger Zelal tê koşiya û her tişt xiste xizmeta doza gelê xwe. Şiyanên xwe yên rêveberî, şoreşgerî, zanistî û civakî bi pêş xistin. Ew hevrêya pêşenga Tevgera Rizgariya Jinan û endama Desteya Rêveber a Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Evîn Goyî (Emîne Kara) ye ku di 23`yê Kanûna 2022`yan li Komeleya Çandî ya Ahmet Kaya ya li paytexta Fransayê Parîsê tevî hunermend Mîr Berwer û welatparêz Ebdurrahman Kizil hat şehîdxistin.
Zelal heta 18`ê Çileyê, di oxira doza jina azad û gelê Mezopotamyayê de tê koşiya û êvara heman rojê li bajarê Kerkûkê hate şehîdxistin.