NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrişên dewleta Tirk a dagirker yên 13`ê Çileyê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê degelek zirar li stasyonên petrol, kehrebe û kargeha gazê çêbû. Ji nav aliyên ku bandorbûne de; xwendekarên Fakulteya Petrol û Petrokîmya jî hene.
Der barê mijarê de cîgirê Rêveberiya Hevserokatiya Zanîngeha Rojava Ferhan Hesen diyar kir ku hedefgirtina stasyonên petrol û kargeha gazê, bi taybet stasyona Siwêdiyê ya ku bi temamî ji xizmetê derketiye zirareke mezin li xwendekaran kir û wiha got: “Hejmara xwendekaran 200 e. Wêranbûna li stasyon û kargehan dê bandoreke neyênî li ezmûnên pratîkî û materyalên wan ên werza bê jî bike.”
Cîgirê Rêveberiya Hevserokatiya Zanîngeha Rojava Ferhan Hesen destnîşan kir ku ew ji bo berdewamkirina qonaxên xwendinê yên zanîngehê di rewşên awarte de ne û hewl didin astengiyên heyî mîna dabînkirina av, kehreb û gazê ji xewgehên xwendekaran re derbas bikin.
Di 15`ê Çileyê de dema xwendekarên heman fakulteyê ezmûnên xwe pêşkêş dikirin, balafirên dewleta Tirk a dagirker êrişî depoyên çaksazkirina bîrên petrol û stasyona kehrebê yên li bajarokê Rimêlanê ku nêzî fakulteyê ye kirin. Rêveberiya fakulteyê jî demildest ezmûnê xwendekaran taloq kirin, ji 16-18`ê Çileyê dewama li fakulteyê rawestandin.
ÇAVKANÎ: ANHA