Jina Kurd ya siyasetmedar Firyal Silêman Xalid duh li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di encama êrişeke terorî de hate qetilkirin. Têkildarî vê reşkûjiyê li Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamosta Bêrîvan Kaya ve hate dayîn.
Bêrîvan Kaya di destpêkê di kesayeya şehîd Firyal de hemû şehîdên tekoşîna Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Wek tê zanîn dewleta Tirk û hevkarê xwe dîsa li ser kar bû, hedefa wan dîsa di kesayeta heval Zelal de hedegirtina hemû jinên têkoşer û îrade xistina jinên têkoşer bû. Li vê derê em dizanin tiştên ku tên kirin plangerî û hevkariyek qirêj tê kirin. Çawa ji hevala Nagîhan Akarsel destpêkirin heta gihişt Zelalan ev êrişên hovane û terorîstane ya ku dewleta Tirkiye li beranberî gelê Kurd dide pêkanîn tiştekî em ji rêzê bigirin nîne.”
Di dewamê de Kaya got; “Ji ber vê weke hemû xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî van kiryarên dewleta Tirk yên ku li ser gelê Kurd tên pêkanîn şermezar dikin. Di kesayeta hevala Zelal de em dikarin bêjin ku hemû jinên ku di nava tekoşînê de ne û li ber xwe didin îradeya ku di kesayeta heval Zelal de derketî wê xurtir bibe û wê zêdetir jin li ber xwe bide. Ji ber ku em ji van êrişan ne xerîbin, ev êrişên bi vî awayî yên dewleta Tirk bi hevkarê xwe ve ne yên yekê ne li ser gelê Kurd bi taybet li ser jinên pêşeng tê pêkanîn. Ji ber ku em dibînim dewleta Tirk ya ku di çiyayan de li dijî Gerîlayên Azadiyê têk diçe. Vê têkçûna xwe tehemûl nake û ji ber wê êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Bi taybet êrişî gelê Kurd û jinên têkoşer dike. Hevrê Zelal jî yek ji wan jinên pêşenge ku li her cihekî ku lê maye bê rawestan vê têkoşîna xwe daye meşandin, ev ji bo me nirxeke. Êrişa ku li dijî hevala Zelal hatî pêkanîn pêwîste her jinek vê êrişê li dijî xwe bi hesibîne.”
Di dawiyê de ji bo eşkerekirin û nîşandana helwesteke cidî li dijî van êrişên terorî li Iraqê kir û wiha got; “Banga me bi taybet ji bo dewleta Iraqê divê vê reşkujiyê zelal bike, divê yê ku tiliya wan di vê reşkujiyê de hene demildest bên zelalkirin û helwestek tund li hemberî dewleta Tirk bê nîşandan.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Şehîd Namirin’ ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.