Doh evarê ji aliyê Tevgera Ciwanên Soresger Yen Herema Firatê li dijî êrîşkirin û dagirkirina Efrinê li bajarê Kobanê meşekî meşaleyi hat lidarxistin. Meş qada Jina Azad destpêkir. Sedan ciwan û gelên Kobanê di meşê de cîhê xwe girtin û bi sloganan helwest û hêrsên xwe beramberê dewleta faşist a dagirker nîşan dan.
Girseya meşê di nav bajar de geriya û li qada Ş. Egit dawi bû. Di dawiya meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Murat Elo axivi. Di axaftina xwe de diyar kir ku heya rizgariya Efrinê ciwan yê li berxwe bidin û tola Efrinê rakin.
Elo da zanin ku; ” Efrîn Kurdîstanê ye. Êfrîn dilê Kurdîstanê ye. Em wek ciwanên Kobanê tû carî Êfrînê ji bîr nakin. Soza me ya esasî wê rizgarkirina Êfrînê be. Tolhildan soza yekemin emê bajarê Êfrînê rizgar bikin. Bila dewleta faşist a Tirk baş bizanibe. Çawa ku ciwanên Êfrînê hatin li Kobanê berxwe dan, Kobanê li ser xistin Kobanê rizgar kirin, em jî wek ciwanên Kobanê emê Êfrînê rizgar bikin, li ser bixînin û emê hêzên dagirker bin bixinin. Çawa çiyayê Kurdîstanê de dewleta dagirker bin ketiye emê li Rojava jî bin bixinin. Vî bila hemû kes bizanibe dema ku dijmin li çiyayên Kurdîstanê bindikeve li Rojavayê Kurdîstanê jî bindikeve. Ji ber vê yekê em wekî ciwan soz didin Şehid Barîn û Şehid Avesta emê Êfrînê rizgar bikin. Dawî de em dibejin Bijî Berxwedena Efrînê
Bijî Gelê Êfrînê, Bijî hêza rizgarkirina Êfrînê.”
Çalakî bi sloganên “Bimre Îxanet”, “Bimre Dagirkerî” û “Tolhildan” bi dawî bû.