MINBIC – Di çarçoveya kampanya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê danê sibehê li baxçeya Serokatî a pirtûka “50. salvegera serkeftina tevgera ciwanan” ya Rêber Apo xwend.
Beşdarên ji aliyê hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê (Ehmed El Cumeîlî) ve hatin pêşwazîkirin û piştre ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêz hate girtin û pirtûka Rêber Apo “Ji bo serkeftinê salvegera pêncî ya tevgera ciwanan” hate xwendin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.