HELEB- Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Helebê di çarçoveya stratejiya şerê gel ê Şoreşgerî de hatin cem hev û perwerdeya xweparastinê dîtin. Nêzî 20 jinên ciwan beşdarî perwerdeya rojekê bûn. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Aya Mihamed axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya xweparastinê di stratejiya şerê gel ê Şoreşger de.
Mihamed di axaftina xwe de diyar kir ku divê jinên ciwan li hemberî êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim hişyar bin û got, “Divê em jinên ciwan bi her awayî axa xwe û gelê xwe biparêzin û di têkoşînê de bibin pêşeng. Divê em zanibin ku li hember xetereyên ji bejahiyê tên emê çawa xwe biparêzin. Li ser vî esasî di rewşên wiha de bikaranîna çekan girîng e, ji ber ku dema dem hat em ê bi çek bigrin destê xwe. Di encamê de bi fedekarî û têkoşîna jinên ciwan û ciwanên ev xak li dijî dagirkeran hatin parastin. Em li vir careke din diyar dikin ku em li hemberî her êrîşek amade ne û Em ê heta dawiyê parastina xaka xwe bikin û tu carî dev ji wan bernedin.”
Piştî axaftinê jinên ciwan perwerdeya çekan ditin. Dûre hemû jinên ciwan çek bikaranin.