NAVENDA NÛÇEYAN- Li Rojhilatê Kurdistanê girtin û binçavkirina Kurdan dewam dike, ciwanek Kurd li Bokanê ji nav mala xwe hate revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.
Li Rojhilatê Kurdistanê zextên li ser Kurdan ên ji aliyê rejîma Îranê ve bê navber dewam dikin. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê beriya du rojan hêzên Îranê bi komî li ser mala ciwanê Kurd yê bi navê Aram Xebzî ya li parêzgeha Bokanê de girtine. Aram piştî hate binçavkirin, ber bi cihek nediyar ve hate revandin.
Heman çavkaniyê ragihand ku kel û pelên Aram ên weke telefon û komputer jî hatine desteserkirin. Derbarê sedema binçavkirina Aram de ti agahî nehatin standin.