NAVENDA NÛÇEYAN- Beriya 6 salan weke îro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir. Di 6 salên dagirkirina Efrînê de 706 kes hatin kuştin, zêdetirî 9 hezar û 8 sivîl hatin revandin. Di nav wan de hezar û 200 jin û 600 zarok hene.
Di 20’ê Çileya sala 2018’an de êrişa dewleta Tirk û komên çeteyên wê ya li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Piştî dagirkirina bajêr, di 18’ê Adara heman salê de bi awayekî sîstematîk dest bi guhertina demografiya herêmê, xwînrijandin û talankirina herêmê hat kirin.
Sucên dewleta Tirk a dagirker
Di 6 salan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 706 sivîl kuştine. Her wiha ji ber zulmê bi dehan kesan xwe kuştin. Zêdetirî 9 hezar û 8 sivîl hatin revandin. Di nav wan de hezar û 200 jin û 600 zarok hene. Bi sedan jin rûbirûyî destdirêjiyê bûn.
Zêdetirî 3 milyon û 919 hezar darên berhemdar û daristanî hatin birîn û êzingên wan hatin frotin. 12 hezar hiktar bi destê çeteyên dewleta Tirk hatin şewitandin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê 4 hezar dikan, 10 hezar malên şêniyên Efrînê desteser kirin.
Her wiha çeteyên polîsa leşkerî û meclisên xwecih yên artêşa Tirk a dagirker baç li ser xwediyên zeviyên zeytûnan û berhemên zeviyan birîn ku rêjeya wê di navbera ji sedî 10 heta 50`î ye. Hin caran ev rêje digihaşt ji sedî 70`ê.
Hat piştrastkirin ku çeteyên dewleta Tirk bi rê û rêbazên hovane di nav de gefxwarin û şantajkirin baç li welatiyan dibirin. Mîna ku bi serê welatiya bi navê Melek Îbo pêk hatiye ku piştî çeteyan gef lê xwarin heke dev ji mala xwe bernede, wê bikujin, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Şûnwarên ji Efrînê ji binpêkirin û sûcên dagirkeran nefilitîn. Piraniya cih û şûnwarên di lîsteya UNISCO`yê de di êrişên li ser Efrînê de wêran kirin. Mîna perestgeha Eyn Dara, Nebî Hûrî, şikefta Dûderiyê, gora Mar Maron û gelek şûnwarên din.
Li gor Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê, li Efrînê derdora 75 şûnwar û depoyên dîrokî hene, zêdetirî 15 mezelên olî yên ol û mezhebên cuda hene. Gelek ji wan ji aliyê dagirkeran ve, hatin rûxandin û veguherandin sûkê sewalan. Gelek mizgefên dîrokî hatin wêrankirin. Di nav de mizgefta Gemrûkê, bi hiceta ku di erdhejê de qelişî ye. Lê belê dûre, cihê mizgeftê kolan.
Di 6 salan de siyasetên guhertina demografiyê berdewam dikin û di wê çarçovey êde 18 mêtingeh, 5 kamp hatin avakirin. Derdora 648 hezar çete û malbatên wan ji herêmên din ên hatine anîn û li wan kamp û mêtîngehan hatin bicihkirin. Beriya 2018`an, rêjeya kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû lê niha kêmtirî ji sedî 20 e. Her ku diçe jiyanê li ser vê rêjeyê, tengavtir dikin.
Binpêkrinên di sala 2023’yan de
Li gor rêxistina mafên mirovan a Efrînê di 2023`yan de, 16 sivîl rasterast hatine kuştin, 369 welatî hatine revandin, di nav de 39 jin û 6 zarok hene.
17 hezar û 700 dar hatine birîn. 137 mal û dikan bi awayekî ne rewa hatine frotin. 59 sivîl bi taybet kesên temenmezin, bi awayekî hovane lêdan xwarine.
Di encama tevliheviyê û şerê navbera çeteyan de, di sala borî de 6 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 10 teqîn bi rê û rêbazên cuda pêk hatin di encamê de bi dehan hatin kuşin û birîndar bûn.
Di çarçoveya berdewamkirina siyaseta guhertina demografiyê de 4 mêtingeh; Acnadîn Filistîn, gundê Qeter 2, Besme, Um Tobe Filistîn û gelek dibistanên olî herî dawî li navçeya Recoyê bi çavdêriya komeleya Sîlanî ya pakîstanî hatin avakirin. Her wiha navendeke çandî ku girêdayî navenda Yunis Emre ye li taxa Mehmûdiye ya Efrînê di dibistana Sînayê hate vekirin û gelek kampên din jî hatin avakirin.
Êriş, revandin, kuştin, talan, wêrankirin û guhertina demografiyê ya li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dewam dike. Cîhan li hemberî hemû binpêkirinan bêdenge.