TEBQA – Bi sedan şênî, saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û tevgerên ciwanan bi boneya salvegera şeşemîn a destpêkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser bajarê Efrînê bi meşekî girseyî li darxistin.
Meş ji taxa sêyemîn bi hildana al, pankart û bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hemberî bûyerên ku li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve diqewimin dest pê kir. Meş heta taxa duyemîn berdewam kir û li wir deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna canê şehîdan hat girtin. Piştî wê hevserokê Meclisa Rêveber a navçeya Tebqayê Hind El-Elî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “18’ê Çile salvegera şeşemîn ji destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û pêkanîna sûcên herî hovane li dijî gel û binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî ye. Dewlet polîtîkaya xwe ya dijminatiyê li dijî şêniyên herêmê bi bombekirina binesazî û avahiyên jiyanî didomîne. Ruxmê wê, dewletên navnetewî bê helwest li hemberî van êrîşan dimînin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Tirkiye li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedefgirtina sazî û binesaziyên jiyanî, bêîstiqrarkirina ewlekarî û aramiya herêmê, vejandina rêxistinên terorîst wek DAIŞ’ê li herêmê pêş dixe ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên siyasî.”
Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser berxwedana gel li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser herêmê, bi armanca parastina destkeftiyên xwe, piştgirîkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pûçkirina planên dijminê, parastina axê, qezenckirina aramiya di herêmê de û yekperçetiya axa Sûriyê.