MINBIC – Îro li bajarê Minbic, bi beşdarbûna Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, Saziya Malbatên Şehîdan merasîmekî ji bo oxirkirina şervanê hêzên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Siwar) Kerîm Mihemed Îbrahîm lidarxist.
Merasîma oxirkirina Kerîm Mihemed Îbrahîm ji nexweşxaneya El-Furat ber bi goristana şehîdan a bajarê Minbicê ve destpê kir û li wir deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate girtin û piştre li ser navê Rêveberiya Xweser axaftinek hate kirin. Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ala Cuma El-Elî û endamê Artêşa Şoreşgeran Ebdulqader El-Hisên axivîn û piştre wesîqeya şehadeta Kerîm Mihemed Îbrahîm hat xwendin.