NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya li ser platformên çapemeniyê de ragihand ku di 18’ê Çile de li Arnavutkoya Stenbolê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Rojava çalakiyek li dar xistiye.
Daxuyani wiha ye;
“Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Stenbolê!
Yekîneyên me yên YCWK’ê 18’ê Çileyê saet di 01.30’an de li Arnavutkoya Stenbolê li dijî trafoyek çalakiyek li dar xistin.
Artêşa Tirk a faşîst a dagirker ku di demên dawî de li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîlayên azadiyê derbên giran xwarin, hewl dide têkçûna xwe veşêre û windahiyên xwe veşêre. Li gorî vê yekê êrîşên xwe yên bêçare li dijî Rojava zêde kirine. Her bost axa Rojava bi bedelên mezin hat bidestxistin. Ev çalakî ji bo piştgiriya Rojava hate lidarxistin. Weke YCWK’ê em ê çalakiyên xwe yên li dijî her cure zextên li ser gelê xwe bidomînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî li nirxên şoreşê derkevin.”