REQA – Bi boneya salvegera şeşemîn ê dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê îro danê êvarê meşekî meşaleyî li dar xistin.
Bi dehan ciwan, jinên ciwan û şêniyên herêmê li ser pira El-Maqs a El-Kesrat kom bûn û pankartên ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bajarê Efrînê hildan û silavkirina berxwedana Efrînê û Hêzên Rizgariya Efrînê de hildan.
Meş bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan bi dawî bû. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Letîfe El-Hesen daxuyanîyekî da.