NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî êrîşên hovane yên dewleta faşîst a tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyarên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) diyar kirin ku bersiv wê were dayîn. Berî kêliyekî Navenda Ragihandinê ya QSD bi daxuyaniyekî eşkere kir ku di encamê çalakiyên xwe yên leşkerî 17 çete û 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Dîmenên çalakiyan jî hatin weşandin.
Daxuyanî wisa ye:
Di çarçoveya mafê xwe yê bersiv û parastina rewa de li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên me hêzên me yên QSD (Hêzên Sûriyê Demokratîk) çalakiyên leşkerî li dar xistin û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên cuda hedef girtin.
15’ê Çileyê di saet 22:30’an de hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî nuqteyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li gundê “El-Seyada” yê girêdayî gundê “Şeheb” pêk anîn û di encamê de 4 çeteyan hat kuştin.
Derbarê eniya Eyn Îsayê de jî hêzên me di 17’ê Çileyê de li gundê “Şarkrak” ê bakur û rojhilatê bajarok baregeheke artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Hejmara windahiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne diyar bû.
Her wiha, hêzên me di heman rojê de bi çekên giran 2 çalakiyên hemwext li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê “Tîna” û zeviyek li gundê “Mû’ellaq” a nêzî bajarokê “Tal Abyad”.
Di nava leşkerên dagirker û çeteyan de kuştî û birîndar hene. Di heman rojê de hêzên me li gundê “El-Selibî” yê dikeve rojavayê bajarê “Til Ebyadê” jî çalakiyek ketina nav baregeheke artêşa Tirk a dagirker li dar xist û bi çekên navîn wê bareg hedefgirtin û di encamê de pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû dan.
Di 4 çalakiyên hêzên me de 13 çeteyên dewleta Tirk a dagirker û 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Encamên çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji aliyê hêzên me ve hate piştrastkirin wiha ye:
1 – Hejmara çalakiyên hêzên me yên li dijî dagirkeriya Tirk: 8
2 – Hejmara kuştiyên çeteyên dagirkeriyê: 17
3 – Hejmara leşkerên Tirk ên hatin kuştin: 2
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
21 Çile 2024