CORBEIL – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” de, li bajarê Corbeil ê Fransayê ji pêşiya şaredariya Corbeil heta stasyona trenê ya Corbeil meş hate lidarxistin.
Di meşê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Jin Jîyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.
Meşa ku kolan hatin girtin û timî dirûşm hatin berzkirin, piştî deqeyeke rêzgirtinê li ber qereqola Corbilê li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê bi daxuyaniya çapemeniyê berdewam kir.
Li ser navê TCŞ’ê Mehmet Wan axivî û diyar kir ku em di pêvajoyeke girîng de ne;
“Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî fikir û ramanên Rêber APO êrîşeke giran heye. “Weke ciwanên şoreşger em ê ji bo Rêber APO li her qadê li ber xwe bidin.
Ozgur bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got, “Êrîş li dijî Rojava pêk tên. Armanca êrîşan li ser fikir û felsefeya Rêber APO ye. Felsefeya Rêber APO li Rojava geş dibe. Dijmin îro dixwaze tine bike.” Bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li hemberî Rojava ku li Zapê li hemberî gerîla têk çû û got, “Gerîla li her qadê li dijmin dixe. Mewziyên xwe diterikînin û direvin. Ji ber vê yekê li Rojava sivîl û cihên sivîlan bombebaran dikin. Armanca wê astengkirina şoreşa Rojava ye. Ozgur got, “Em weke ciwanên Kurd û APOyî rê nadin ku dijmin bigihêje armanca xwe” û got, “Em ê li her derê, li her qadê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin li ber xwe bidin.” “Em ê fikrên Rêber APO li hemû cîhanê belav bikin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.