MUNÎCH – Ciwanên endamên TCŞ’ê li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin cem hev û li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Rojava, standa agahdarkirinê vekirin û çalakiya protestoyê li dar xistin.
Ciwanan têkildarî êrîşên li dijî sivîlan daxuyanî dan û gotin, “Dewleta Tirk di çarçoveya planên qirkirinê de êrîşî Rojava dike. Em weke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî van êrîşên hovane yên dewleta Tirk a qirker, mêtînger li qadan bin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.