NAVENDA NÛÇEYAN- YPS Online, di daxuyaniya xwe ya li ser malpera înternetê de ragihand ku ji bo silavkirina grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di zindanan de dest pê kir, li taxên Mecîdiyekkoy, Avcilar û Arnavutkoyê yên Stenbolê ji aliyê Tîma Misillime ya Şehîd Çawrê Gelhat YPS-JIN’ê ve 4 wesayîtên faşîstan hatin şewitandin.
Ravekirin wiha ye;
Tîmên tolhildanê yên Şehîd Çawrê Gelhat YPS JIN’ê di 15.12.2023’an de li Arnavutkoya Stenbolê û Mecîdiyekoyê wesayîtên faşîstên AKP-MHP’ê şewitandin. Dîsa di 20.12.2023an de li Avcilara Stenbolê û di 23.13.2023an de jî li Arnavutkoya Stenbolê wesayîtên faşîstên MHPê şewitandin.
Têkoşîna ku ji aliyê girtiyên siyasî ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, têkoşîna me hemûyan e. Di vê têkoşîna rûmetê de her çalakiya me ya li dijî rejîma qirker, faşîst a AKP-MHP’ê erka me ye.
Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat YPS JIN
21.01.2023