MEXMÛR – Bi pêşengtiya ciwanan sînevîzyona “Bandora şerê taybet liser wargeha şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê” hate weşandin. Li ser vê esasê li cihê çalakiya ku nobeta ji bo azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re semînarek hate dayîn.
Di çarçoveya sînevîzyon û semînerê de politîkayên dijmin a di derbarê şerê taybet a li ser wargehê, rêbazên wî û di haman demê de têkoşînên li dijî wî hatine meşandin hate destnişankirin. Bi pêşengtiya tevgera ciwanên Mexmûrê û bi beşdariya meclisa giştî, xebatkarên semtan û çalakvanên wargehê semînar û sînevîzyon rêve çû.
Di semînerê de hate gotin ku divê li beramberî dagirkeriyê erka xwe ya welatparêziyê pêk bînin û têkoşîna xwe bi fikr û ramanên Rêber APO bidin.
Her wiha di sinevîzyonê de bal hate kişandin ku nehatina rayedarên neteweyên yekbûyî ji bo wargehê, hewldan û êrîşkirina Iraqê ya li ser wargehê, liv û tevgera hêzên PDK ya li qadê encamên van lîstik û zextên dewleta dagirker ya Tirk in. Tevî ku 19’ê meha Cotmehê de li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel NPG’ê, hêzên gerîllayên HPG û YJA-Starê ji qadê vekişiyan jî, ji ber ku dewleta faşîst dizane gelê wargehê di bingeha paradigmaya Rêber APO ya paradîgmaya demokratîk de fikir û raman û felsefeya azadiya civakî netewî hûndirîn kiriye û pergala xwe rêvebirina demokratîk a KCK esas digre, hewl dide qada wargehê bi temamî belav bike. Bêguman di êrîş û polîtîkayên xwe de bi awayeke plankirî rêbazên şerê taybet û pskolojîk bikartîne û li vir herî zêde jin û ciwanan dike armanc.
Di dawiyê de sînevîzyon bi dirûşmeyan hat bidawîkirin.