NAVENDA NÛÇEYAN- Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên hatine standin, danê nîvro balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker binarê Çiyayê Metîna ya li navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirine.
Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidest xistin. Tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.