KERKÛK- Berdevê Polîsên Kerkûkê ragihand ku 2 kesên gumanbar, li ser şehîdxistina çalakvan û siyasetmedara Kurd Firyar Silêman Xalid hatine binçavkirin û lêkolîn dane destpêkirin.
Di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê siyasetmedar û çalakvana jin ya Kurd Firyal Silêman Xalid hate qetilkirin. Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê binçavkirina kesên li ser qetilkirina Firyal Silêman de agahiyê nû da.
Amir Şiwanî got ku lêkolîn di qonaxek baş deye, dosya niha ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye, 2 tometbar li ser bûyerê hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di 18’ê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê dijî siyasetmedar û çalakvana jin Firyal Silêman êrişek terorî pêkhat. Hate zanîn ku du kesên li ser motorsîkletê û rûyê wan girtî êrişê Firyal kiribûn û li cihê bûyerê şehîd ketibû.