HESEKE – Bi dest pê kê sala 2024 li tevahî herêma Cizîrê Tevgera Ciwanên Şoreşger navçe bi navçe civînên salane li dar dixe. Îro jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Tel Hemîs a girêdayî Heseke civîna xwe ya salane lidarxist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî wê rapora salane hate xwendin. Rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin, bi taybet pirsgirêk û zehmetiyên ku hatin jiyan kirin. Li ser rewşa ciwanan û li ser çareseriyên guncav ji bo wan hatin nîqaşkirin ji bo ku ciwan ji bandorên şerê taybet dûr bikevin.