WAN – Meclisa Ciwanên DEM’ê ya Wanê bi daxuyaniyekê ku duh dabû, diyar kirin ku têkoşîna wan a li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bê navber bidome.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Wanê li Taxa Xaçortê (Hacî Bekir) bi sernavê “Dawî li şerê taybet ê li Kurdistanê bînin” daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê û şêniyên taxê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de dema pankarta “Ji bo parastina taxên xwe em nobedê digirin” hate vekirin girseyê timî dirûşma “Bijî Berxwedana Ciwanan” berz kir.
Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê endama Meclîsa Ciwanên DEM Partî Wan Lorîn Aryen Turgut ve, metna Tirkî jî ji aliyê Endamê Meclîsa Ciwanên DEM Partî Wan Muhammed Berşan Turan ve hate xwendin.
Berşan Turan amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi salan e li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên piralî dimeşîne û got, “Yek ji bajarên ku bi giranî van polîtîkayan lê tê meşandin, Wan e. Hema bêje li her kolana Wanê tiryak bi zanebûn tê danîn. Dixwazin; ciwan dibin tiryakê. Pir eşkere ye ku; “Di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin de hemû gelê me û zarokên gelê me bi taybet ciwanên Kurd bi polîtîkayên şerê taybet bûne hedef.
ZÎHNIYETA KU TECRÎT Û POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DIAFIRÎNE
Turan, diyar kir ku zîhniyeta ku tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dimeşîne, heman zîhniyet e ku li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û got, “Zîhniyeta ku ciwanên Kurd li taxan dike hedefa xwe û zîhniyeta ku tecrîda mutleq li ser Birêz Abdullah Ocalan ferz dike ji bo me yek e.” Ji bo vê jî divê baş bê zanîn ku her gotina ku em li dijî şerê taybet dibêjin û her karê ku em di vê çarçoveyê de dimeşînin jî ji bo şikandina tecrîdê ye. Em baş dizanin ku heta radeya ku em karibin tecrîdê bişkînin wê taxên me ji bandora polîtîkayên şerê taybet rizgar bibin. “Em ê bi vê hişmendiyê tevbigerin û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bişkînin û taxên xwe biparêzin.”
BANGA TÊKOŞÎNÊ
Turan bang li her kesî kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin rabin û diyar kir ku weke Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê têkoşîna wan a li dijî vê polîtîkayê wê bê navber bidome.
Piştî daxuyaniyê girse piştî çalakiya rûniştinê belav bû.