NAVENDA NÛÇEYAN- Rejîma Îranê di binpêkirinên xwe yên dermirovî de berdewame. Hat gotin vê sibehê rejîma Îranê ciwanê bi navê Mihemed Qubadlu ku di dema xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin, bi darve kir.
Malpera Mîzanî ya ser bi desthilata dadwerî ya Îranê ragihand, vê sibehê cezayê bidarvekirinê li ser girtiyê bi navê Mihemed Qubadlu ku yek ji girtiyên dema xwepêşandana sala 2022’yan bû, li girtîgeha Qizilhîsar a li Kerecê hat bicihanîn.
Di malperê de tê gotin ku Mihemed Qubadlu bi tometa ku bi wesayîtê polîsek kuştiye û 5 polîsên din jî birîndar kiriye, cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Parêzerê Qubadlu, Emîr Reîsyan diyarkir ku bidarvekirina muwekîlê wî ne yasayiye, ji berku mafê wî yê îtirazê hebû.
Li gor gotina malbata Qubadlu û raporên bijîşkî, nexweşiya derûnî bi Mihemed Qubadlu re derketibû û ev demek bû tedawiya derûnî didît. Lê dadgehê van hemû belgeyan piştguh xist û bi darvekir.
Rêxistina Efuya Navdewletî çend saetek berî Qubadlu were bidarvekirin, diyarkiribû ku Qubadlu nexweşiya wî ya derûnî heye û di dema xwepêşandanên ‘jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin û di jêr êşkenceyê de îfadeyên wî hatibûn girtin.
Hêjayî gotinê ye, di dema serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ de, li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 500 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn qetilkirin. Bi hezaran kes jî hatibûn girtin. Gelek ji wan cezayên giran û cezayê bidarvekirinê li wan hatin birîn.
Beriya niha jî heşt xwepêşanderên din ên serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ hatibûn bidarvekirin û niha jî metirsî heye ku gelek girtiyên din jî werin bidarvekirin.
Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, ji serê salê ve herî kêm 49 kes li Îranê hatine bidarvekirin.