BEHDÎNAN- HPG’ê BÎM’ê detayên çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de îdîayên artêşa Tirk a dagirker di 2 daxuyaniyên cuda yên 20’ê Çile de ku gotibûn li herêma Garê 9 û li herêma Zapê ku êrîşên dagirkeriyê lê didomin 10 kuştî çêbûne, hatin derewandin. HPG’ê got, “Bi hemû fermandariyên me re têkilî hatiye danîn û hatiye fêhmkirin ku artêşa Tirk a dagirker bi temamî derewan dike û ev îdîa ne rast in.” got.
Detayên daxuyaniyê wiha ne;
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Çile de artêşa Tirk a dagirker di du daxuyaniyên cuda de ragihandibû ku li herêma Garê 9, li herêma Zapê ku êrîşên dagirkeriyê lê didomin jî 10 windahî dane. Bi hemû fermandariyên me re têkilî hate danîn û hate fêmkirin ku artêşa Tirk a dagirker bi tevahî derewan dike û ev îdîa ne rast in. Di bomberdûmanên artêşa dagirker de tu windahî negihiştiye me, agahiyên berfireh ên li jêr tên dayîn. Artêşa dagirker ku ji aliyê gerîlayên Azadiya Kurdistanê û operasyonên dawî yên şoreşgerî derbên giran li wan girt û hejand, bi nûçeyên derew hewl dide raya giştî bixapîne û komên faşîst motîve bike. Divê bi van derewên artêşa Tirk a dagirker ku ji ber ku di rewşeke bêçare de ye xwe bi derewan ve girê dide.
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
🔸 18’ê Çile saet 16:20’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û çeperek jî hate derbkirin.
🔸 21’ê Çile saet 08:25’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi otomotîka navîn hedef girtin û 1 çeper lê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
🔸 22’ê Çile saet 10:20’an de dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Amediyê li derdora wesayiteke leşkerî kom bûne, bi çekên navîn ên otomatîk hatine gulebarankirin û 2 dagirker hatine cezakirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸Di 17’ê Çile de çepera me ya şer a li Herêma Berxwedana Sîda ya Zapê bi teqemeniya qedexekirî hate bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Ji 16 heta 23 Çile Siyanê, Girê Reşît, Girê Sîser, Zêvkê, herêma Sêdarê ya herêma Garê 14 caran, Şehîd Delîl, Girê Cûdî, Berxwedana Girê Bahar, herêma Girê Amediyê ya herêma Batî Zapê 9 caran. Girê Berbizina herêma Xakurkê, Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Kuça Xecerê, Şehîd Şerîf, herêma Kolît 17 caran, Dergelê, Şêlazê, herêma Serê Metîna ya herêma Metîna 4 caran, Qada Berxwedana Şehîd Îbrahîm a Zapê. herêm carekê; 45 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
🔸Di 20 û 21ê Çile de herêmên Zap û Xakurkê ji aliyê helîkopteran ve hatin bombekirin.
🔸 Herêmên Zap, Şehîd Delîl Rojava Zap, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bomberdûmankirin.
23 Çile 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê