PARÎS – Endamê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) Şervan Wan ji bo meşa “Rêwîtiya ber bi Azadiyê” ya ku wê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi şîara “Azadî ji Rêber APO re, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” dest pê bike banga tevlîbûna meşê kir. ku dê ji Parîsê heta Strasbourgê bidome.
Şervan Wan ku hevpeyvînek bi me re kir wiha got: “Meşa me ya dirêj a ji bo Rêberê me ji Parîsê heta Strasboûrgê dest pê dike. Wan got, “Em weke ciwanên TCŞ bang li hemû ciwanên li Ewropayê dijîn dikin.” “Em dixwazin hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn beşdarî meşê bibin.
Têkildarî çalakiya Rêwîtiya Azadiyê;
Em bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn dikin ku bi ruhê seferberiyê bi şîara “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” Meşa Ciwanan a Elmanya ku bi awayekî kevneşopî zêdeyî 25 sal in li dar dixin, bibin. Ev meşa ku em ê di çarçoveya pêngava azadiya ku hemû gelên cîhanê ji bo Rêber APO daye destpêkirin, bi beşdariya ciwanên Kurdistanê hêzê bide tevgerê.
Rêwîtiya çalakiya ku wê roj bi roj dewam bike wiha ye;
09.02.2024 – Civîn – Mannheim
10.02.2024 – Roja 1 – Mannheim HBF
11.02.2024 – Roja 2 – Heidelberg – Hockenheim
12.02.2024 – Roja 3 – Homburg – Neunkirchen
13.02.2024 – Roja 4 – Friedrichsthal – Saarbrücken
14.02.2024 – Roja 5 – Saarbrücken
15.02.2024 – Roja 6 – Strasbourg
16.02.2024 – Roja 7 – Konferansa Strasbourgê