NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr, berxwedana destanî ya gerîlayan a li dijî dewleta Tirk a faşîst bi çalakiyên xwe silav kirin û
li taxên Esenyurt û Şîrînevler ên Stenbolê û li Taxa Mûş Merkez Sarayê bi giştî 3 maşîne şewitandin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye;
Li taxên Şîrînevler û Esenyurt ên Stenbolê û li Navçeya Sarayê ya navenda Mûşê jî 3 wesayît şewitîn û nekarîne bên bikaranîn.
Di van rojên ku polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê me bi hemû leza xwe berdewam dikin, li Stenbolê 2 wesayîtên kesên ku ji aliyê yekîneyên me ve wekî alîgirên AKP’ê yên qatilkar hatine naskirin, hatin şewitandin. Dîsa wesayîta kesê bi navê Kemal ê ku li Navçeya Sarayê ya navenda Mûşê rûdinişt, hate dîtin ku tevlî çalakiyên dewletê û kontra bûye, ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
Piştî çalakiyê posterê Rêber APO li ser pira li ser rêya balafirgeha Mûşê hate daliqandin û fîşekên hewayî hatin pêxistin. Li derdora Yeşîlyurt, Taxa Kalê û nexweşxaneyê jî nivîs hatin nivîsandin.
Bi van çalakiyan em gerîlayên ku li Zapê Avaşîn Metîna destan nivîsandin silav dikin.
Bijî Serok Apo
Bijî Gerilla
Jin Jiyan Azadî
İnsiyatîfa Jinên Tolhildêr