NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo silavkirina berxwedana lehengî ya gerîla li bajarên Stenbol û Mêrsînê çalakiyên sabotajê li dar xistine.
Ravekirin wiha ye:
Milîsên HBDH’ê yên Partîzan ên Amedê: “Li Stenbol û Mêrsînê me çalakiyên sabotajê organîze kirin!”
Milîsên me ji bo silavkirina berxwedana lehengî ya gerîla çalakî li dar xistin!
Di 20’ê Çile de li Stenbolê li otoparkê me çalakiyek sabotajê li dar xist. Di encama çalakiya sabotajê ya ku me li otoparka li nêzî qada bezê ya Çengelköyê pêk anî de gelek wesayît xisar dîtin.
Di 21’ê Çile de li Tarsûsa Mêrsînê li dijî qemyonekê me çalakiyek sabotajê li dar xist. Me kamyona barkirî ya ku demek diyar dişopand, bi madeyên şewatandî yên ku me bi amûra demjimêrê bi cih kiribûn kir hedef. Li herêma Damlama ya Rêbeja Tarsûs-Pozantiyê wesayîtên ku li kamyonekê barkirî bûn şewat derket. Di demeke kin de wesayitên ku qamyonê hilgirtibûn bi temamî bûn axê.
Rêz ji Têkoşerên Azadiya Kurdistanê re!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
Yekane Rê Şoreşa Yekgirtî ye!