RİMÊLAN- Tevgera Xwendekarên Demokratîk têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, li pêşiya Fakulteya Endezyariya Petrolê û Petrokîmyawî ya Zanîngeha Rojava ya li bajarokê Rimêlan ê kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Xwendekar Hêvîn Elî daxuyanî xwend. Bi dehan xwendekarên fakulteyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de êrişên li dijî bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navendên xizmetguzariyê û stratejîk hat şermezarkirin ku bandor li xwendina bi hezaran xwendekarên fakulteyê kir.
Di daxuyaniyê de teqezî bi berdewamkirina berxwedanê û perwerdeyê heta avakirina welatekî demokratîk û azad li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber APO û bidawîkirina dagirkeriyê hat kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana şêniyên herêmê hate silavkirin.