DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê îro bi meşekî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Rêxistinên ciwanan a xeta rojavayê Dêrazorê meşekî girseyî bi tevlîbûna gelê herêmê û saziyên sivîl li dar xist. Meş bi hilgirtina pankart û berz kirina dirûşmeyan, ji çarxereya şehîdan ber bi navenda bajêr ve destpê kir. Di meşê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî hat kirin.