Dewleta Tirk a faşîst-qirker armanc dikir ku di dawiya sala 2023’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike û qirkirina gelê Kurd bi encam bike. Ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe yên siyasî-dîplomatîk, leşkerî, aborî û îstîxbarî seferber kir. Bi artêş û teknîk-teknolojiya xwe li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê êrişên herî hovane yên tunekirinê pêş xist. Lê belê, berxwedaniya gêrîlayên azadiyê ya bêhempa û sekna gelê Kurd a têkoşer bû sedem ku dewleta qirker-mêtinger armanca wan asteng kir.
Dewleta Tirk a faşîst ku bingeha avabûn û polîtîkayên wê hemû rêbazên Şerê Taybet dihewîne nava xwe, piştî ku di van êrişan de encamên dixwest bi dest nexist di serî de tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê li her qadê dijî gelê Kurd xwe bi rêbazên şerê psîkolojîk rapêçand û hewl da civakê parçe, belav û bêbandor bike. Bi vê yekê re, li hember civakê dûrketina ji têkoşîna azadiyê û reva ji cewherê xwe armanc kir. Ev polîtîkaya pûçkirin, parçekirin, koçberkirin û belavkirinê herî zêde li ser qada Wargeha Ş. Rustem Cûdî ya Mexmûrê meşand û ji bo bigihîje vê armanca xwe hewldanên wê hê jî bi dijwarî didomin.
Dema dît ku bi êrişên leşkerî nikare encam bigire, di warê siyasî û dîplomatîk de zextên xwe li ser rayedarên Neteweyên Yekbûyî û lraqê zêde kir û bi derxistina pêş a rêxistina PDK’ê re xwest li qada wargehê Tevgera Azadiyê tasfiye bike û têxe bin venêrîna xwe. Nehatina rayedarên NY ji bo wargehê, hewldan û êrişên hêzên lraqî yên dorpêçkirina wargehê, livûtevgera hêzên PDK’ê ya li qadê encamên van lîstik û zextên dewleta dagirker a Tirk in.
Tevî ku di 19’ê meha Cotmehê de li gorî daxuyaniya fermandariya Navenda Parastina Gel hêzên gêrîlayên HPG û YJA-Star’ê ji qadê vekişiyane jî, ji ber ku dewleta faşîst dizane gelê wargehê di bingeha paradîgmaya Rêber APO ya Neteweya Demokratîk de fikir, raman û felsefeya azadiya civakî-netewî hundirîn kiriye û pergala xwe-rêvebirina demokratîk a KCK’ê esas digire, hewl dide qada wargehê bi temamî belav bike.
Bê guman, di êriş û polîtîkayên xwe de bi awayekî plankirî rêbazên şerê taybet-psîkolojîk bi kar tîne û li vir herî zêde jin û ciwanan dike armanc. Tê zanîn, îro tişa ku civakê li ser piyan dihêle pîvanên wê yên exlaqî ne. Bi taybetî kiryarên bêexlaq ên dijî jinê û azadiya wê dimeşîne beramberî exlaqa civakî êrişeke herî kirêt e. Bi hewldanên xistin û bênirxkirina jinê re çawa ku dixwaze jinê ji têkoşîna rêxistinî-siyasî dûr bixîne, heman demê dixwaze di aliyê civakî û malbatî de jî jinê weke çavkaniya hemû pirsgirêkan nîşan bide. Bi vê yekê re, baweriya di navbera jin û mêr de û hevgirtina malbatê jî lewaz dike. Jixwe, li kêleka hedefgirtina jinê beşa ku herî zêde dibe hedef, tê bandorkirin û xapandin, tê xistin û sîxurkirin, tê bikaranîn ciwan in. Bi balkişandin û dilbijandina rengên sexte yên jiyanê re ciwanan ji cewherên wan dûr dixin, ji malbat, civak û têkoşînê qut dikin û di bereka berjewendiyên xwe de dixebitînin. Ya herî xirab jî, di rewşên neyênî yên di nava civakê û xebatên dijî têkoşîna azadiyê de bi awayên herî qirêj û bêyom têne bikaranîn. Li vir jî rêbazên wekî pere, madeyên hişbir, teknolojî, fihûş û hwd. bi kar tîne. Di xebatên xistin û bikaranîna jin û ciwanan de bi qasî MÎT û saziyên Tirkan PDK û saziyên xwe jî roleke mezin dileyzin. PDK a ku heta qirika xwe ketiye nava îxanetê, ji bo pêşî li berxwedana Apoyî bigire li dijî nirxên civaka Kurd ji dijminên Kurdan zêdetir di nava êrişê de ye. Ciwan an jî jinên ku dixîne û dike sîxur radestî MÎT’a Tirk dike û bi hev re dijî gel û Tevgera me bi kar tînin.
Piştî ku bi van rêbazan digihên hin encaman, bi qasî bikaranîna sîxuriyê kişandina qadên xwe an jî şandina welatên derve jî di nava armancên wan de ye. Divê ev yek, parçeyê herî xeternak ê polîtîkaya belavkirin û koçberkirinê were dîtin. Ev polîtîka armanca valakirin û dagirkirinê bihewîne jî di encamên wê de ciwan ji çand, ziman, civak û nasnameya xwe dûr dikevin; êdî li rastiya xwe ya netewî biyanî dibin. Bi vî awayî dixwazin Kurdistanê bê Kurd bikin, azadiya civakî-netewî bêwate bikin, têkoşîna mafdar a Tevgera Azadiyê PKK’ê îzole bikin.
Em dizanin ku kesayeta ji rêbazên Şerê Taybet qet bandor nebûye Rêber APO ye. Bi lêhûrbûn û sekna xwe hemû êrişên dijmin vala derxist û bi pêşxistina fikrên xwebûnê rêya têkoşîna azadiyê nîşanî me da. Ji herdemê zêdetir roja me ya îro pêwîstî bi esasgirtina şêweyên Rêber APO heye. Gelê Kurd bi êrişên qirkirinê re rûberû ye; hewl didin Tevgera me tasfiye bikin û Kurdistanê ji nexşeyê bibin. Ji bo valaderxistina hemû êrişan dem dema pêkanîna rêbazên Rêbertî ye. Ji bo pêşerojeke serbixwe avakirina kesayetek azad divê. Ev yek jî di xwendin, fêmkirin û pêkanîna Rêber APO re derbas dibe.