DÊRAZOR – Li kantona Dêrazorê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji pêşiya Çerxerêya Şehîdan a bajarokê Sewa meşiyan. Bi sedan şênî tev li meşa ciwanan bû.
Meş li dawiya Kolana El Mezad rawestiya. Li wir bi navê tevgera ciwanan Elî El Ehmed axivî û got êrişên li dijî herêmê li dijî gelên herêmê ne, da ku wan koçber bikin.
El Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa ji projeya gelên herêmê, êrişî herêmê dike. Li hember wan êrişan, El Ehmed soz da ku têkoşîn û berxwedana ciwanan berdewam bike û dê bi vîna gelên herêmê êrişan têk bibin.