BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û diyar kir ku pêvajoya şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de hatiye guhertin û got: Rêber Apo got: “Parêzname li ku bin ez jî li wir im.” Ji ber vê divê parêzname li her çar aliyên cîhanê be û bigihîmin destên her kesî.”
Nirxandinên Dûran Kalkan ên di Medya Haberê de hat weşandin wiha ne:
“Berî her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Di zext, êşkence û tecrîda li Îmraliyê de tu guhertin tune ye. Pêwîst e her car vê yekê bînin zimne. Me gelek caran gotibe jî divê em dev ji vegotina vê yekê bernedin. Ya nû pêşketina berxwedanê ye. Pêngava ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd armanc dike, li Kurdistan û cîhanê nû bi nû bi çalakiyan pêş dikeve. Wekî ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Ji 10’ê Cotmehê û vir ve geşedan hene. Daxuyanî û nirxandin hene ku qonaxa yekem bi dawî bûye. Çalakiyên nû wê bên rojevê. Di heyama derbasbûyî de amadekariyên çalakiyên nû hatine kirin. Dibe ku ew amadekarî di meha Sibatê de, di salvegera komploya navneteweyî de bên rojevê. Em ê bibînin, em ê bijîn.
Çalakiyên ciwan, jin û gel li kolanan didomin. Li her derê xwepêşandan û mîtîng hene. Daxuyaniyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên dayîn. Bi vê re daxuyaniyên gelek kesên navdar hene. Mînak endamên Parlamentoya Ewropayê daxuyanî dan. Hêzên çep, sosyalîst û akademîsyen li çar aliyê cîhanê daxuyaniyan didin. Li ser navê sendîka û hunermendan daxuyanî tên dayîn. Daxuyaniyên ji hemû qadan hene. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê xwestin. Di vê heyamê de daxuyaniyên hiqûqnasan hene. Buroya Hiqûqê ya Asrînê bîlançoya sala 2023’yan eşkere kir. Ji bo biçin Îmraliyê çi qas serlêdan kirine. Parêzeran 110 caran serlêdan kirine. Yanî hefteyê 2 caran serlêdan dihatin kirin û 59 serlêdanên malbatê jî hebûn. Bi tevahî 169 serlêdan hatne kirin û tu encamek ji wan derneketiye.
HIN DERDOR DIBÎNIN BÊ TIRKIYE ÇAWA BER BI KARESATEKÊ VE DIÇE
Hin ji wan hatin redkirin, der barê hinan de jî agahî nehat dayîn. Rewş ev e. Nêzîkatiya hiqûqê ya kesên ku pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê pêk tînin ev e. Helwest û sekna wan a li hember bicîanîna mafên ku di qanûnê de hatine destnîşan kirin, wek hevdîtina parêzer û malbatê ev e. Ev yek careke din bi awayeke şênbert derdikeve holê û tê dîtin. Herî dawî parêzer û saziyên hiqûqê serlêdan kirin. Di çapemeniyê de derket. Gelek saziyên hiqûqî ragihandin ku ji bo biçin Îmraliyê ew ê serî li Wezareta Dadê bidin û ji bo şikandina vê tecrîdê wê têkevin nava hewldanan. Ev tevgerîn di wê eniyê de heye.
Parêzerên Rêbertiyê têkildarî tecrîdê nirxandin û daxuyanî dan. Dibe ku ev 10 roj berê ji bo Tirkiyeyê girîng bû, dema ku 564 rewşenbîr li Stenbol û Amedê bi navê Em Bibin Dengê Aştiyê. Daxwazên wan zelal û şênber bûn. Demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwestin. Bi awayekî zelal diyar kirin ku rêya vê yekê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi muzakerekirina Rêber Apo re pêkan e . Yên ku hinekî li Tirkiyeyê dihizirin, yên ji Tirkiyeyê hez dikin, yên ku hewl didin pêvajoyê hinekî fêm bikin, dibînin ku çi diqewime û çi tê kirin. Dibînin bê ev çi karesateke çawa ye û gav bi gav ji bo Tirkiyeyê pêk tê. Li ser vê bingehê pêşniyaran dikin. Hem jî bi ked û dildariyeke mezin vê dikin .Di heman demê de ew jî dilnerehet in.. Ew ji pêşerojê bi fikar in. Ji ber ku çav, guh û mêjiyên wan hene ku dikarin xetereyên vê pêvajoyê bibînin. Fêm dikin û dibînin ku rêveberiya Tayyîp Erdoğan Tirkiye aniye ber zinarê. Bi gotineke din ne diyar e ka ew ji zinaran gêr bûye, an jî nebûye. bi karesatê re rû bi rû ne. Êdî her kes vê yekê zêdetir dibîne, dinirxîne, fêm dike û nîqaş dike.
POLÎTÎKAYA QIRKIRINA KURDAN BÛ SEDEM KU TIRKIYEYÊ BÊ WÊDERKIRIN
Herî zêde jî çapemeniya alîgirê AKP’ê vê nîqaşê dike. Ji bo şuştina mejî û beralîkirina rojevê vê yekê dikin. Ji bo ku mirov rastiyê nebînin û nefikirin vê yekê dikin. Mîna ku ew hemû bûne mîna feylesofann. Hinek stratejîst, hinek îdeolog, hinek teorîsyen, hinek fermandar û şervan in. Ew stratejiyan xêz dikin û taktîkan diyar dikin. Derewan dikin û cîhên ku qet nedîtine dîtine wekî dîtine nîşan didin. Ji bo ku mêjiyan we bişon, zimandirêjiyê dikin. Ji bo ku mirovan bînin rewşa ku li Tirkiyeyê nikaribin bifikire û fêm nekin, vê dikin.
Çima? Ji bo ku ev karesat neyê dîtin. Ji bo ku ev qutbûna ku vê hikûmetê, rêveberiya Tayyîp Erdogan aniye Tirkiyeyê neyê dîtin. Ji ber ku çima? Cîhanê Tirkiye ji sîstema xwe dûr xist. Hêza ku dibêje navenda sîstemê ye, hêza ku 100 sal in sîstem li ser hatiye avakirin, hêza ku dibêje pira navbera Ewropa û Asyayê ye, niha ne pirek e, ne rê jî ye. Wîanî vî halî. Çima? Ji ber ku dijminatiya wî ya li hemberî kurdan, polîtîkaya wî ya kurdan, polîtîkaya wî ya qirkirina kurdan e. Ji ber şerê ku li Kurdistanê meşand û êrîşên dagirkeriyê yên ku li serbrojava û başûrê Kurdistanê pêşxistibûn. Cihê ku şer lê hebe, diyar e ku sermaye tune ye. Sermaye jî aramiyê digere û dixwaze. Ji ber ku Xwedayê wî kara herî zêde ye. Her tişt bi wir ve girêdayî ye. Bêguman,ji bo kar bike hewceyî bi aramiyê heye. Niha jî Tayyîp Erdogan dibêje, “Hûn bihaya guleyekê dizanin?”, dibêje, “Ez pîşesaziya xwecihî û neteweyî, pîşesaziya şer pêş dixim”, dibêje “Bav û kalên me her tim şer kirine, ji hespê peya nebûn”, dibêje “Bila girê şehîdan vala nemîne”. Bi rêxistinkirina çeteyan êrîşî ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, Başûr û Rojava dike. Qada dîrokî ya Rêya Armûşê, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr duriyana ku rêya bazirganiyê digihêjin hev kiriye qadeke derveyî bazirganiyê. Her kes vê dibîne. Niha dizanin ku ev ji bo paşeroja Tirkiyeyê tê çi wateyê. Serdema statûkoyê, pergala sedsal berê hatiye avakirin, bi dawî bûye. Yên ku digotin sedsaliya Lozanê bi dawî bû, em ketin sala wê ya sed û yekê û şahî dikkirin hebûn. Sala sed û yekê wisa dixuye ku sala pergala ku bi Lozanê derketiye holê ber bi dawiyê ve diçe. Ji ber ku ew dîrok û hemû tiştên digotin cihê stratejîk in, wenda kirine. Ne Yekîtiya Sovyetan heye ku wekî cendirmeyên Ewropayê tevbigere, ne jî kes jê bawer dike. Rola cendirmeya Rojhilata Navîn nadinê. Ji ber ku nikare pêdiviyên wê rolê pêk bîne. Pergalê rêyên nû afirand û ji xwe re cihên nû afirand. Li Rojhilata Navîn projeyên nû afirand. Tayyîp Erdogan ku demekê digot ew hevserokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e, niha ji Rojhilata Navîn hatiye dûrxistin. Ew serokomarekî ku dewleta wû ji Rojhilata Navîn hatiye dûristin. Ev civak wê bi serokomarekî wiha re çi bike? Ji Tirkiyeyê re tu cih nehîşt. Tirkiye wê êdî bi rastî jî li derveyî modernîteya kapîtalîst di pozîsyonekê de be. Eger pêşeroj hebe, yan jî bibe xulamê sîstemê, wê bibe herêmeke ji aliyê sîstemê ve tê îstîsmarkirin û çewisandin. Tu qîmeta wê ya din nîne. Niha her kes vê dibîne û dinirxîne.
TECRÎDA ÎMRALIYÊ BANDORÊ LI SER AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIKE
Yên ji Tirkiyeyê hez dikin, yên demokratîk difikirin, yên ku azweriya jiyana azad heye, dixwazin ji vê karesatê xelas bibin, li rizgariyê digerin. Dibînin ku rêya wê di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de derbas dibe, li dijderketina pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê re derbas dibe û dibêjin ku pirsgirêka Kurdan li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadbûna Kurdan çareser dibe.
Hişmendiya bi vî rengî li Tirkiyeyê heta radeyekê pêş dikeve. Lê zext û zilmeke wisa heye ku kes nikare bêje. Li vir 564 rewşenbîr bi wêrekî derketin holê. Ger wiha berdewam bike, wê karibe vê bêdengiyê bişkîne.
Ev karesat tenê bi Tirkiyeyê re sînorkirî namîne. Ev rewşa ku hatiye afirandin bandoreke neyînî li jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn dike û bandoreke neyînî li meşa azadiyê ya mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê her kes ji vê aciz e. Li aliyê din cihên ku fikrên Rêber Apo digihîje, mirov rastiyê baştir dibîne û fêm dike. Ji ber vê yekê pêngava ku em weke kampanyaya azadiya gerdûnî pênase dikin, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş dikeve û berfireh dibe. Ji Rojava heta Bakur civak her tim li ser piyan e. Ciwan, jin û civaka me ya li derve jî wiha ne.
SAL 26’EMÎN WÊ BIBE SALA SERKEFTINA KAMPANYA AZADIYÊ
Divê çi bê kirin? Bêguman, divê pêngav bê mezinkirin. Divê bêhtir bê berfirehkirin. Pêwîst e fikrên Rêber Apo bigihêjin her derê. Rêber Apo got, “Parêzname li ku bin ez jî li wir im.” Ji ber vê yekê divê parêzname li her derê, li çar aliyên cîhanê be û bigihîmin ber destên her kesî. Divê xebateke wiha bû meşandin. Kampanya di eslê xwe de bi vî rengî ye. Ji bo xwedîderketina li azadiyê û ji bo azadiyê çalakiyan li dar dixin. Ev ê pêş bikeve.
Em weke tevger, gel, mirovahî bi kampanyayeke wiha ketin sala 2024’an. Em dixwazin di sala 2024’an de bi kampanyayeke bi azwerî encam û serkeftinê bi dest bixin. Armanca me ew e ku bi tevahî pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ji holê rakin û di pêvajoyên din de pêngavên geşedanan derxîne holê wê bidomin. Bi taybetî sala 26’an a têkoşîna li dijî komploya navneteweyî wê bibe sala serkeftina kampanyaya azadiyê jî.
ÎMRALÎ NAVENDA RÊVEBIRINA QIRKIRINA KURDAN E
Dema behsa êşkence û pergala tecrîdê ya Îmraliyê tê kirin, behsa têkoşîna li dijî wê dikin, dema rastiya Rêber Apo tînin ziman, divê em li vê pêvajoya Îmraliyê ya 25 salan binêrin. Sîstema Îmraliyê ne sîstemeke ji rêzê ye. Wek girtîgehê dinivîsin. Ne tiştekî wisa ye. Ne qadeke ji rêzê ya dîlgirtinê ye. Navenda rêvebirina qirkirina Kurdan e. Îmralî cihê ku qirkirina Kurdan lê teşe girtiye û tê rêvebirine. Êrîşa herî mezin a qirkirinê li Îmraliyê ye. Sîstema Îmraliyê sîstemeke bi vî rengî ya qirkirinê ye û li ser tevahiya civaka Kurd tê meşandin. Pergala rêvebirina qirkirina Kurdan e û di heman demê de pergala ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe ye.
Dinya li ser hişmendî û siyaseta Komara Tirkiyeyê ku dixwaze Kurdan tune bike teşe girtiye. Ev hegemonyaya kapîtalîst a gerdûnî ya sed salî bi vî rengî derket holê. Kapîtalîzma gerdûnî û avahiya wê ya hegemonîk tam li ser vê bingehê ye. Lewma Îmralî her kesî eleqedar dike, hemû mirovahiyê eleqedar dike. Kesên ku li vê dinyayê dijîn ji pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê zirarê dibîne. Fêdeyê ji têkoşîna azadiyê digire. Ev têkoşîna her kesî ye. Divê em vê yekê bibînin û fêm bikin. Helbet ev yek bi qirkirina Kurdan ve girêdayî ye. Zîhniyet û siyaseta qirkirinê ev çaryek sedsal e ku weke pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê didome.
Komploya navneteweyî li dijî vê sîstemê êrîşeke tunekirinê bû. Di 9’ê Cotmeha 98’an de dest bi pêngaveke wiha kirin. Di 15’ê Sibatê de ev yek veguherandin pergala Îmraliyê.
Êrîşên qirkirina Kurdan, îşkenceya Îmraliyê û tecrîd weke sîstema qirkirinê didome. Çaryek sedsale bi vê sîstemê tê birêvebirin. Girîng e ku mirov vê yekê bibîne û fêm bike. Pêwîste qirkirina li ser Kurdan rast were fêmkirin. Divê were dîtin ku ev êrîşeke cîhanî ye. Pêwîste mirov li rastiya xwe binêre ku ev êrîş ev çaryek sedsal in weke komployeke navneteweyî hatiye plankirin û kirin. Ev 25 sal in weke pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê didome. Ev sîstem êrîşeke komploya navneteweyî ye.
KURD 25 SAL IN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN HOVANE LI BER XWE DIDIN
Komploya 15’ê Sibatê êrîşeke topyekûn a ji bo qirkirina Kurdan nîşan dide. Êrîşeke tunekirinê ye. Êrîşa ku di şexsê Rêber Apo de tê kirin êrîşeke bi vî rengî ye. Êrîşek bi armanca tunekirina Rêber Apo bû. Li ser bingeha tunekirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK’ê û li ser bingeha tasfiyekirina PKK’ê qirkirina ser Kurda bi encam bikin. Hewldan ku di 9’ê Cotmehê de bi lêdaneke nediyar re di rojekê de bi encam bikin. Dema ku bi ser neketin, darvekirinê weke komploya 15’ê Sibatê anîn rojevê. Ev pêk nehat. Êrîşa Îmraliyê anîn rojevê. 25 sal in li ser vê pergala ku jê re dibêjin polîtîkaya dîlgirtin û rizandinê bi planên curbecur vê êrîşê didomînin. Di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd û dostên wan ev 25 sal in li dijî êrîşeke bi vî rengî ya hovane, êrîşa li dijî mirovahiyê li ber xwe didin. Têkoşîna li dijî pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê têkoşîneke bi vî rengî ye. Têkoşîna azadiya Kurd têkoşînek wisa ye. Niha 25 saliya wê di 15’ê Sibatê de temam dibe. 25 sal, tam çaryek sedsal. Gotin ne hêsan e. Êrîşeke wiha hovane tê kirin.
Ji bo Îmraliyê yên ku ava kirin digotin, “rojê 10 caran li vir bimirin.” Dema ku cezayê îdamê derdikeve pêş, “îdam tenê carekê dikuje.” “Li Îmraliyê her roj deh mirin pêk tên. Rêber Apo jî got, “Li vir mirin nîne, tenê kuştin heye.” “Ev devera ku êrîşeke tunekirinê lê tê kirine”. Ev 25 sal in êrîşeke bi vî rengî ya tunekirinê tê kirin û Rêber Apo li ber xwe dide. Ev berxwedaneke çawa ye? Îrade çi ye, bawerî çi ye, hişmendî çi ye, îdîa çi ye, hêza ku vê berxwedanê didomîne çi ye? Divê em vê baş fêm bikin.
Heger ev nebûna, sedemên wê hêsan bûna, mirov nikare ne 25 salan, 25 saniyeyan jî li ber xwe bide. Lê ev yek pêk hatiye. Berxwedaneke wiha hat kirin.
HER KES HÊZÊN KOMPLOGER NAS DIKIN Û DIZANIN
Mirov dikare bibêje ku 25 sal pir dirêj e. Rast e. Di fêhmkirina komplo û sîstema Îmraliyê de kêmasiyên me hene. Di pêşxistina rêbazên têkoşînê yên rast, bi bandor û serkeftî de qelsiyên me hene. Ger demek wek 25 sal derbas bûbe, ger dem hatibe dirêjkirin, çavkaniya xwe ji vê digire. Lê em ji bîr nekin ku hêzên komploger ên navneteweyî ne di nava 25 salan de, dixwazin di rojekê de encamê bi dest bixin.
Bi ser neketin. Bû rojek, bû mehek, bû salek, bû bîst û pênc sal. Her roj, her kêlî êrîş dikirin. Hemû jî şikestin û pûç bûn. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku komploya navneteweyî çawa hatiye pûçkirin û êrîşên komploger çiqasî lawaz û pûç bûne. Lê pergala Îmraliyê didome. Êrîşên komploger berdewam dikin. Li ser vê bingehê berxwedana li dijî komployê didome. Lewma pêvajo bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku mirov bibêje ku komplo lawaz nebûye, têkoşîna li dijî komployê encam nedaye, destkeftî pêşnexistiye û ava nekiriye, her tiştên ku ji niha ve bi dawî bûye derketiye holê. Ne herdu rewş in. êrîş hene û îdiaya xwe didomîne, dixwaze bi ser bikeve. Berxwedana li hemberî wî gelek caran têk çûye û tvala hatiye derxistin, lê têkoşîn hê jî didome. Êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan dewam dikin. Ev salvegera 25’emîn saleke girîng e. Di salvegera 25’emîn de diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê hiqûqî ve bihata rojevê. Di vê çarçoveyê de ji aliyê DMME û saziyên bi vî rengî ve jî biryar hatin girtin. Pêk nehatine, siyaset vana pêk nayîne. Ji ber vê jî cezayên dîsîplînê yên çêkirî tên dayîn. Jixwe qanûnên xwe jî pêk naynin. Tirkiye pêk nayîne. Ewropa jî tu mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê pêk nayne. Ji ber vê yekê ew hevkarên sûc in. Hemû jî vê hevkariyê didomînin.
Bila hêzên komploger vê zanibin. Her tişt vekirî ye. Her kes dizane çi diqewime. Ji ber vê yekê, divê neyê fikirîn ku kes fêm nake. Neheqiya herî mezin a cîhanê li ser bingeha êrîşa li ser Rêber Apo li gelê Kurd hatiye kirin. DYE kir, Îngilistanê kir, Îsraîlê kir, dewletên Ewropayê kirin. Ji Fransayê heta Elmanyayê ev yek kirin. Her kes dizane ku kê ev komplo organîze kir, pêşxist û pêk anî.
Ji bo hin berjewendî û destkeftiyan ev yek kirin. Niha qijika ku xwedî kirin çavên wan derdixe. Lê wan heq kir. Ev rewş, ev neheqî û bêhiqûqî wê heta ku derê biçe? Hinek wijdan lazim e. Divê li xwe vegerin, neheqî û heqareta ku li gelê Kurd kirine bibînin û bi ser hişê xwe ve bên. Divê hinek wijdanê wan hebe. Divê dawî li vê rewş û pêvajoyê bînin. Divê lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin. Ger nebe, pêvajoyek ku ji bo wan encamên giran hene, wê gav bi gav kûrtir bibe. Her kes vê dibîne.
RÊBER APO RÊYA RIZGARIYA BINDESTAN NÎŞAN DIDE
Ez vê ji bo gelê me û dostên me bêjim. Pêvajoyeke dijwar bû, di dîroka mirovahiyê de pêvajoya herî dijwar bû. Di dîroka Kurdan de pêvajoya herî dijwar bû. Bila baldar bin. Heta vê serdemê bi hovîtî, komkujî û qirkirinê berxwedana Kurdan şikandin. Li Dersîm, Amed, Agirî, Mahabad, Başûr. Em van her tim dizanin. Em dizanin ku darvekirin çawa hatine sazkirin. Rêber hatin îdamkirin. Dibe ku em negihîştin azadiyê, lê me pêşiya tunekirin û îdamê girt. Rêber Apo di nava pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de xwe kir rêberê hemû mirovahiyê yên bindest. Niha jî ji hemû bindestan re rêya azadiyê nîşan dide. Rêbertiya Kurd bûye pêşengiya mirovahiyê, bûye pêşengiya gelan. Bi têkoşîneke wiha. Divê ev yek biçûk neyê dîtin. Ev pêşketina herî mezin a dîrokê ye. Di destpêkê de, kesî bawer nedikir ku ev ê bibe. Gotin na. Dê pêk neyê, xewnek vala ye. Li Îmraliyê wê şer derkeve? Ji ber ku di girtîgehên asayî de jî nekarîn tiştekî biafirînin û li ber xwe bide. Li wan binêrin, li Îmraliyê tiştek çênabe. Lê Rêber Apo tişta ku dihat gotin nekarîn pêk bînin, kir, tişta ku hate gotin pêk nehat.
Em wek tevger û gel me hêz û piştgirî da vê berxwedanê. Li ser esasê şopandina rêya Rêber Apo, şopandina wî û piştevaniya wî berxwedaneke wisa mezin bû. Divê were zanîn ku me berxwedana herî mezin a dîrokê pêk anî. Weke tevger û gel di van 25 salan de me berxwedana herî watedar meşand. Me berxwedana ku bû sedema destkeftî û pêşketinên herî mezin pêk anî. Tu tişt vala neçû. Ji niha û pê ve wê encamên vê zêdetir eşkere bibin. Rêber Apo got, “Ev hemû amadekariyek e. “Wê encam paşê derkevin holê û encamên meintir dervein holê.”
Em niha di pêvajoya pêşxistina têkoşînên ku wê van encamên mezin bi xwe re bînin de ne.
DIVÊ EM PÊNGAVÊ MEZIN BIKIN Û BER BI SERKEFTINÊ VE BIBIN
Di sala 26’an de divê em hê zêdetir li dijî komployê li ber xwe bidin, bi berfirehî li ber xwe bidin û bi bandortir li ber xwe bidin. Em bi çalakî û berxwedana xwe ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike, dikevin nava tevgerê. Divê em di sala 26’an de vê pêngavê mezin bikin, pêk bînin û bigihînin serkeftinê.
Bi meha Sibatê re em ê têkevin pêvajoyeke wiha. Jixwe bangawazî dest pê kirine. Tê gotin ku wê di 17’ê Sibatê de bi milyonan li Kolnê bimeşin. Jinên Kurd, rewşenbîr, Kurdên li Ewropayê û siyasetmedarên Kurd bangawaziyan dikin. Ev pir girîng û watedar in. Bêguman, ew ê ne tenê li Ewropayê be. Wê li Başûr be, wê li Bakur be. Wê li Rojava, yanî li çar parçeyên Kurdistanê û li her cihê ku Kurd lê hebin, be. Em ê salvegera 25’emîn a 15’ê Sibatê li her qadê bi çalakiyên pir bi bandor û berfireh pêşwazî bikin. Em ê bi çalakiyên herî berfireh û bi bandor komployê, roja qirkirina gelê Kurd, roja tarî ya Kurdan vegerînin ronahiyê. Divê em bi vî awayî nêzîk bibin û ji niha ve dest bi çalakiyên wiha bikin.
Em dikevin meha Sibatê. Bi meha Sibatê re em dikevin pêvajoya çalakiyan û divê têbikoşin. Divê em rabin ser piyan, divê çalakiyan bikin. Divê em pêngavê bigihînin asteke nû û di mehên pêş de jî meşa xwe ya di rêya serkeftinê de bidomînin.
DI ŞER DE REWŞ GUHERÎ, ÎNÎSIYATÎF DI DESTÊ GERÎLA DE YE
Bi navê rêveberiya PKK’ê hêza şervan û fermandarên HPG û YJA Starê pîroz dikim ku 12’ê Çileyê li Girê Amediyê yê Zapê bi operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelûk keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê eciqandin. Vê berxwedana wan a dîrokî, şerê li Zapê silav dikim ku derbên kuştinê li faşîzmê xist. Di şexsê şehîdên leheng ên vê çalakiyê hevrê Serxwebûn û Rizgar de hemû lehengên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li çar aliyên Kurdistanê şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Gerîla timî li ber xwe da, li ber xwe dida. Lê belê dema derbasbûyî demeke welê bû ku di şer de guhertinên girîng pêk hatin. Rêveberên Tirk dem bi dem digotin. Digotin ‘Em ji parastinê derbasî êrîşê bûn’. Di heman demê de pesnê teknîka xwe gelekî didan. Digotin, ‘Teknîka me bi vî rengî ye, milî ye, neteweyî ye, filan û bêvan’. Teknîkeke wan xistin xwarê. Hevalên ku lêkolîn kirin gotin, bûye çar parçe, her parçeyek jî li welatekî cuda hatiye hilberandin. Ti jê malê Tirk nîne. Milî û xwecihî nîne. Civaka Tirkiyeyê, raya giştî dixapînin. Lê belê wan teknîk weke çoyekî bi kar anîn. Ji NATO’yê wergirtin, ji her derê wergirtin. Hemû derfetên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, weke çoyekî bi kar anîn. Me ev yek ji wan re gotin: Ev ne tenê di destê we de ye. Hûn weke ço bi kar tînin, lê hinek wê rabin hîn bibin û li dijî we bi kar bînin. Vaye ciwanên Kurd hîn bûn û bi kar tînin. Di asteke welê de bi kar tînin ku dieciqînin. Vaye li holê ye bê ketine çi halî.
Em her tim hişyarî dan wan. Gotin, hûn ê têk biçin, hûn bi rengekî metirsîdar tevdigerin. Guh nedan hişyariyên Fermandariya me ya Biryargeha Navendî. Niha bi serê wan ve hatiye. Ew keriyên faşîst ên bi pereyan hatine kirêkirin, di nava zivistanê de li ser girên çiyê belawela bûn, hatin avêtin. Niha nikarin biparêzin, nikarin vekişînin jî. Piştre dema ku li wan hate xistin, radibin dibêjin way xayin hatin lêxistin, çawa hatin lêxistin. Ma xayintiya vê heye? Tu çima çûye wê derê? Tu çawa çû? Rewş bi vî rengî ye.
Di şer de rewş guherî. Gerîla jî demeke dirêj qala guherîn, nûbûn û jinûve avabûnê dikir. Ev pêvajo nîşan dide ku ev yek pêk anîne. Gerîla rêbazeke nû ya şer diafirîne. Li Zapê, li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê biryargeha me ev yek weke şerê li tunel û tîm ên koordîneyî pênase kir. Hemû rê û rêbazên wê, teknîka wê hate hînbûn. Niha jî di vê zivistanê de bi cih tê anîn, vaye vê zivistanê hate ceribandin.
KERIYÊN FAŞÎST ÊN AKP-MHP’Ê HATIN ECIQANDIN
Ev wê heta kengî dewam bike. Hîn nû destpê dike. Eger wê vê pêvajoyê dewam bikin, hingî ev hîn nû destpê dike. Gerîla xwe nû kir, rêbazeke nû ya şer afirand. Êdî sîstemeke nû afirand ku xwe pê biparêze û di heman demê de êrîşên taktîkî pêk bînin. Ji parastinê derbasî êrîşê dibe. Rewşeke nû heye. Ev performans vê yekê nîşan dide.
Ya rast di havînê de çalakî gav bi gav pêk hatin. Lê belê dawiya Mijdarê, dawiya Kanûnê û di nava meha Çileyê de sê operasyonên şoreşgerî keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê eciqand. Bêguman ev ê dewam bike. Em ê bibînin bê wê çi bibe. Înîsiyatîf bi temamî di destê gerîla de ye. Operasyonên şoreşgerî yên eciqandinê dimeşînin, wê bimeşînin. Rêyeke cuda nîne. Me rewşeke bi vî rengî neafirand, gerîla neafirand. Yên ku êrîşî gerîla kirin bûn sedema vê rewşê. Niha radibin gilî û gazinan dikin, digirîn. Hinek jî radibe quretiyê dike, hinek jî radibe xwe weke teorîsyenê şer nîşan dide ku qet nedîtiye. Radibe derdorê sûcdar dike. Bi vî rengî hewl didin têkçûna xwe binixumînin. Ji 12’ê Çileyê û vir ve rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê, hemû wezîr, hêzên cuda, çapemenî bi xwe jî ketine nava panîkê, şoq bûne. Hewl didin vê rewşê berevajî bikin, rojevê biguherînin û civaka Tirkiyeyê bixapînin. Li pey wê yekê ne. Halbûkî rasî li holê ye ku nikare bê nixumandin.
Li vê derê yên ku şer kirin diyar bûn. Ti ji wan li wê derê leşker nîne. Hemû bi pereyan hatine kirêkirin, ji bo kuştina Kurdan bi taybetî hatine birêxistinkirin, hemû jî çeteyên MHP’ê yên faşîst in. Devlet Bahçelî ji ber vê yekê di nava rêveberiyê de ewqasî bi bandor e ku tevî ku qet neketiye nava hikumetê, lê bi bandor e. Hemû jî çeteyên ji bo pereyan şer dikin. Hemû ji bo qirkirina Kurdan, ji bo kuştina Kurdan bi taybetî hatine perwerdekirin. Ev yek eşkere bû, bi rengekî şênber tê dîtin ku rewş bi vî rengî ye.
Niha hinek radibin nirxandinan dikin. Nîqaş dikin, dibêjin çima bi vî rengî bû. Hinek hene aqlê xwe komî ser hev dike û lê dipirse. Dayik, malbat hene ku dixwazin muxalefetê bikin. Hemûyan bêdeng dikin. Hemûyan bi xayîntiyê sûcdar dikin. Dixwazin li ser xwînê temenê xwe dirêj bikin. Em qala hilweşînê dikin. Bi vî rengî hewl didin hilweşînê asteng bikin.
ŞERÊ GERÎLA WÊ SERKETINEKE MEZIN BIAFIRÎNE
Dikarim vê yekê bibêjim. Êdî rêveçûna şer guherî. Tiştên ku dewleta Tirk, rêveberiya AKP-MHP’ê afirand êdî li hemberî gerîla nikarin bisekinin. Berevajî, gerîla dest bi pêvajoya eciqandina wan kir. Di vê rewşê de wê bieciqin. Ev pêvajo wê bi vî rengî dewam bike. Gerîla înîsiyatîf xistiye destê xwe. Êdî serketinan li pey serketinan bi dest dixe. Ev rewşeke nû ye, pêvajoyeke nû ye. Bandora vê yekê wê li ser her tiştî hebe. Wê bandorê li siyasetê, jiyana civakî, li her derê bike. Divê her kes bi vê zanibe. Lewma divê bi vî rengî nêzî van çalakiyan û encamên şer bibin. Bila guh nedin tiştên pûç. Qaşo berf e, zîpik e, mij e. Ev hebe ji bo her kesî heye. Hinekan rabûn yekser gotin. Baş e yên ku ev çalakî kirin me ne ew jî di nava zivistanê de, di nava berfê de ne? Çima ew dikarin vê bikin? Ew hemû gotinên pûç bûn.
Gerîla êdî bi şev û roj şer dike, havînê zivistanê şer dike. Niha li çiyê şer dike, li deştê şer dike, li bajaran di astekê de şer dike. Dema ku li deştê, li bajaran şerê gerîla hîn bi bandor bû, wê hingî şerê gerîla serketinên mezin biafirîne. Niha cih li dijmin teng dike. Wê demê wê serketin bê afirandin. Di nava gerîla de guherîn û veguherîneke bi vî rengî, pêşketinek çêbû. Çalakiyên dawî vê yekê nîşan dide. Ne yek, ne du, ne sê; dewam dike. Diyar e rasthatin nîne. Rêxistiniyekê, rêbazekê nîşan dide. Li cografya navborî bi amadekariyekê li ser bingeha tîm û tunelan gerîla pergala şer bi xurtî dimeşîne. Niha gefê dixwin ku wê li deverên din jî bixin, hîn jî êrîş bikin. Hêza dagirkirinê ya artêşa Tirk nemaye. Berevajî vê yekê israra di dagirkeriyê de wê bike ku bi rengekî mezin têk biçin. Gerîla wê li dijî êrîşên dagirkeriyê êdî derbên eciqandinê lê bixe, bike ku dagirker bi rengekî mezin têk biçin. Li hemberî dagirkeran wê serketinên leşkerî yên hîn mezin bi dest bixin.
Divê civak, rewşenbîrên Tirkiyeyê binirxînin, nîqaş bikin. Çi karê wan li wê derê heye? Çi dikin li Zap, Avaşîn, Metîna, li derveyî sînorên dewleta Tirkiyeyê? Ne sînorê Sûriyeyê hiştin ne jî yê Iraqê. Êrîşî her derê dikin. Mîna ku wê tevahiya cîhanê dagir bikin.
Hêzeke bi vî rengî wê li têkoşîneke dijber rast bê. Dema ku bixwaze êrîş bike wê li êrîşên şoreşgerî rast bên. Wê demê wê jê razî be. Rêyeke cuda nîne.
DEWLETA TIRK WINDAHIYÊN XWE EŞKERE NAKE
Çalakiyên gerîla sîstem hejand, bi temamî şoq kir. Hîn jî diheje. Hewl didin ji civaka Tirkiyeyê veşêrin, hîn jî eşkere nakin. Encaman hîn jî nadin. Encam eger bê weşandin wê li Tirkiyeyê rabin ser piyan. Ewqas mirov çawa mirin? Di nava wê zivistanê û berfê de li çi digerin? Hejmara wan çiqas bû? Ya ku wan eşkere kirine beşeke biçûk e. 60 kes têne kuştin, ew dibêjin 6 kes. Ji dehan tenê yekî eşkere dikin. Her wiha ne tenê lêdane. Bila hinek rabe wan şert û mercan lêkolîn bikin. Ew leşker di nava wan şert û mercan de li çi digerin? Ma dibe ku ber bi wan şert û mercan bêne dehfdan? Hinek dişibîne êrîşa Sarikamişê ya Enver Paşa ya sala 1915’an. Dişibe. Bêyî ku bipîve mirov di wê zivistanê de şandine. Lewma rastiyan hîn jî ji civaka Tirkiyeyê vedişêrin. Miriyên xwe eşkere nakin. Leşkerên ji bo pereyan şer dikin. Ji xwe ev mirov dema ku xwe weke leşkerên ji bo pereyan şer bike qeyd dike, ev yek qebûl kirine. Dema ku mirin eger bê xwestin wê neyên eşkerekirin. Di peymana wan de ev yek heye. Hinek malbatan gotin bi pere ne, lê belê ewqasî jî nabe. Xwestin ku rewşê hinekî teşhîr bikin. Yekser hemû bêdeng kirin. Ji ber vê yekê nabêjin, eşkere nakin, ji civaka Tirkiyeyê vedişêrin. Rastî bi vî rengî ye. Piştre jî radibin bahaneyan diafirînin. Balkêş e? Qaşo Kurd nikarin vê bikin, gerîla nikare bike. Lêkolîn dikin, gelo Emerîka li pişt PKK’ê ye. Yan jî Îran? Ya jî Îsraîl? Ya jî hemû bi hev re hene? Di nava lêkolîneke bi vî rengî de ne. Çima? Ji ber ku gerîla çalakiyeke welê kir ku wan dieciqîne. Dibêjin, Kurd nikarin vê bikin. Dibêjin, teqez hinekî din kiriye, dewletên cuda kirine. Hinek dibêje, Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, ji wir tînin. Li Girê Amediyê li leşkerên me dixin. Amediyê li ku ye, Rojava li ku ye? Kî ji ku çawa tê? Gelo we ew cografya qet dîtine? Çiqasî xetên leşkerî hatine destnîşankirin, liv û tevger bi hêsanî nikare bê kirin. Bibêje bila biçe. Ziman bê hestî ye, kes pê nizane jî; her kes xwe zane nîşan dide. Ya ku tê kirin ev e. Hûn zanin ku li pişt vê çi heye? Ew ruh û hestên nijadperest, neteweperest, şoven heye. Emerîka dikare bike, Yahûdî dikare bike, Îranî dikare bike, lê Kurd nikare bike. Siyaset û mejiyekî welê heye ku Kurdan ewqasî lawaz dibîne. Ev mejiyê nexweş ê şoven, nijadperest û neteweperest di ruhê dewleta Tirkiyeyê de heye ku 20 salên dawî AKP-MHP’ê li nava mirovên Tirk belav kiriye. Mejiyekî welê nexweş heye.
Nikarin înkar bikin, ji ber ku derb xwarine. Nikarin veşêrin. 5-6 kuştiyan eşkere dike, lê belê dibêje Kurdan nekiriye, teqez hinekî din li pişt vê bûyerê heye.
TECRÎD HÊZA RÊBER APO ÎTÎRAF DIKE
Tu lêbigere, tiştekî nabînî. Kurd vê yekê dikin. Tu yê derbeyên giran her tim ji Kurdan bixwî. Ji ber ku te ev heq kir. Ev rewşa te ya nîjadperest, şoven, netewperest a mîna jehrê, heta di wî mejî û dilî de neşikê ji xwe ji wê Tirkîtiyê mirovahî dernakeve, demokrasî pêş nakeve. Divê ev yek wisa bê fêmkirin. Ev rewşeke pir balkêş e. Tu evqas yê li hemberî xwe biçûk bibîne, paşketî bibîne; xwe jî ev qas mezin bibîne. Ji Kurdan re digotin encex dikare xizmetê bike. Sala 1994’an wezîrê qaşo yê wê demê ev yek gotibû. Ewane hemû faşîst in, yanî faşîstên nîjadperest, netewperest û şoven.
Çima li Îmraliyê tecrîdê evqas giran didomînin. Çima nahêlin peyveke Rêber Apo jî derkeve derve? Timî digotin, ji destpêkê ve Kurd vê yekê nakin, Apo vê yekê nake, li pişt ew dewlet ev dewlet heye. Komplo çêbû, 25 sal in li Îmraliyê Rêbertî li gel wan, di biryargeha wan de xeta rizgariyê ya gelan, bindestan û jinan derxist holê. Hêza wî dîtin. Niha dibêjin, ‘hêz li cem Apo ye’. Em mîna zirxê dora wî bigirin, bila peyveke wî dernekeve derve, Kurd nikarin bikin. Êdî mezinahiya Rêbertî qebûl dikin. Ev tecrîd mezinahiya Rêber Apo îtîraf dike, hêza Rêber Apo îtîraf dike. Îtîrafa afirêneriya wî ye, îtîrafa serketina wî ye. Yan çima wê hiqûqa xwe bi xwe pêk neyînin, çima wê derfet nedin ku gotineke wî jî derbikeve derve? Dizanin ew hêzeke mezin e. Dizanin wê pêşkentinê biafirîne, wê zirarê bide wan. Hêza wî ya mezin dibînin. Hewl didin asteng bikin. Çima dikin? Apo wiha ye, lê yên din nikarin bikin. Dibêjin, ‘Wê demê eger em dengê Apo qut bikin, em ê yên din têk bibin’. Rêber Apo wesa qebûl kirine. Li pêş mezinahî û hêza wî serê xwe tewandine. Neçar dimînin ku îtîraf bikin.
LI KUDERÊ KURDEK HEBE FIKRÊ WELATPARÊZIYÊ Û RÊXISTINBÛN PÊŞ DIKEVE
Hîna wê zihniyeta xwe ya nijadperest, şoven û dijminê Kurd didomînin. Dibêjin yên din nikarin bikin. Lê Tayyîp Erdogan çi digot: Yê hespê bigire, wê bigihije armanca xwe. Her tim Tayyîp Erdogan hespê nagire û nagihije armanca xwe, hinekên din jî dikarin bigihijin armanca xwe û dibe ku ev Kurdek jî be. Rêber Apo zûve hesp girtiye û gihiştiye armanca xwe. Xwe belavî cîhanê kir. Xwe veguherand hêzek wisa ku ji aliyê hemû jinan, ciwanan û mirovahiya bindest ve hat naskirin. Jinên Kurd, ciwanên Kurd, kal û zarok, hemû mirovên Kurd bûn Apo. Êdî hemû Apoyî ne. Ruh, îrade, zanebûn û şêwazê Rêber Apo girtine. Li ser vî bingehî xwe perwerde kirin. Kurdek nû, Kurdê azad, Kurdê Apoyî derxistin holê. Hûn çiqasî bixwazin deriyan bigirin, tecrîdê bikin. Bihesibînin ku hûn ê bi çewisandina kesan vê têkoşînê asteng bikin, lê vale ye. Êdî ew dem derbas bûye. Yanî tu êdî çi bikî jî tu nikarî pêşî lê bigirî. Kurd bi zane bûye, rêxistin bûye û rastî şaşî fêm kiriye. Îrade bi dest xistiye, îdîa, cesaret û fedakarî bi dest xistiye. Ji xwe Rêber Apo evane hemû di demê xwe de kir û bi ser ket. Ya mayî jî her roj pêkanîna wê ye.
DESTPÊKA SALA 2024’AN BI GERÎLA RE HAT, DAWIYA WÊ JÎ WÊ GERÎLA BÎNE
Eger mirov baldar be, li her dera cîhanê ev yek çêdibe. Li kuderê Kurdek hebe li wir fikir, zanebûn, rêxistinbûn û çalakiya welatparêziyê pêş dikeve. Niha bi rewşeke wiha re rû bi rû ne, di ferqa vê de ne. Desthilatdariya Tirk a heyî, ji ber ku vê yekê dibîne bi panîk dibe. Di nava şokê de ye, alametên dînîtiyê nîşan dide. Gotin û tevgerên wî mîna dînan e. Gefê li her kesê dixwin. Dibêjin em ê Emerîka, Îran eger nebû wê gefê li YNK, Iraqê bixwin, eger nebû wê gefê li Îranê bixwin. Dihesibîne ku wê bi vê yekê tiştekî bibîne. Vale ye, nikare bike. Êdî bi rastî jî hemû benên faşîzmê vebûn. Dema ku di Gulana borî de encamên hilbijartinê wiha derketin, her kesê hesiband ku faşîzma AKP-MHP’ê, rêveberiya Tayyîp Erdogan bi hêz bûye. Niha tê dîtin ku têkçûn çiqasî vekirî ye. Me di bernameya borî de çigot? Gerîla nuqteya dawî li salê xist. Îcar destpêka sala 2024’an jî bi gerîla re hat, dawiya wê jî gerîla bîne û sala 2024 wê bibe sala gerîla. Wê bibe sala serketinê ya gerîla. Wê bibe ew sal ku gerîla wê faşîzm, mêtingerî û qirkirinê têk bibe. Yên ku bi vê zihniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker di êrîşê de israr dikin, wê bi berxwedan û çalakiyên gerîla re rû bi rû bimînin, wê têk biçin. Rêyek din a vê tune ye. Eger naxwazin bi vî rengî çêbe, bila zihniyet û siyaseta xwe biguherînin, sererast bikin. Bila fêr bibin ku hinekî bi mirovane temaşe bikin. Bila hinekî empatiyê çêkin, bila qedir bidin ê li hember jî.
Bila çanda qedîm û hêza mirovê Kurd a ji dîrokê tê, bibînin. Bi rastî jî ev hezar sal in hêza herî mezin a ku Tirkîtiyê dihêle, Kurd in. Gelo şaştî kirin, sûc kirin? Ji Melezgirê û vir ve piştgiriyê didin. Tu yê ev qas piştevaniya wê bigirî, piştre jî evqas bêqîmet bibînî. Tu yê ev qas xwe mezin bibînî, piştre hewl bidî Kurdan tiştek hesab nekî. Nabe, eger tu wisa bikî tu yê têk biçî. Hinek jî wê bi zane bibin, xwe rêxistin bikin. Kurd hatine wê rewşê. Wê dersa herî bi wate û giran a dîrokê bidin te. Wê li wî mejî û dilê te yê nexweş bixin û te bikin mirov.
JI BO TIRKIYEYA DEMOKRATÎK Û KURDISTANA AZAD TÊKOŞÎN ŞERT E
Niha dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gelê Kurd û gerîla rewşeke wiha dijî. Domandina vê desthilatdariya faşîst, wê civaka Tirkiyeyê bi rewşeke evqas giran re rû bi rû bihêle. Wê demê divê mirov bi rastî jî encamên ku rêveberiya Tayyîp Erdogan bûyî sedem baş fêm bike û binirxîne. Divê li dijî vê rabin. Tirkiye ne layiqî vê yekê ye. Ti sûdê vê ji bo gelê Tirkiyeyê û siberoja Tirkiyeyê nîne. Berevajî ber bi felaketê ve dibe. Siberoja Tirkiyeyê di xwişk û biratî û azadiya Kurd de ye. Lewma ji bo Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad têkoşîn kirin, têkbirina vê siyaset û zihniyeta faşîst, mêtinger, qirker û dijminê Kurd şert e. Divê têkildarî vê yekê rastiyê bibînin û fêr bibin. Em bêjin, bila hişyar bibin. Niha bi rastî jî divê kedkar, karker, jin û civaka Tirkiyeyê hişyar bibin, rewşa şênber û rastiyê bibînin û ji bo rizgariya xwe bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bibin yek û xwe ji vê zihniyet û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker rizgar bikin. Banga me li ser vî bingehî ye.
DIXWAZIN KERKÛKÊ BI DEST BIXIN
Dibêjin, ‘gelo kî li pişt van bûyeran e? Kurd nikarin vê yekê bikin, nekirine’. Berê hinekan digot, MÎT vê yekê dide kirin. Heta îdîa kirin ku rêxistina wan a îstixbaratê bi xwe, li dijî dewleta xwe vê yekê dikin. Niha li sûcdar digerin, dixwazin ku her kes mîna Barzanî be. Her kes mîna PDK’ê bibe xizmetkar. Bila gotoneke wan neke ducar. Çi bixwazin bila wê bidinê. Di cîhanê de ti kes nade. Lê niha hinekan berpirsyar digirin. Bi gotina destpêkê DYE dibe, xwestin berê xwe bidin Rojava. Sankî hinekê tirsiyan. Piştre berê xwe didin Îranê; berê xwe didin YNK û Iraqê. Gefê li lîdertiya YNK’ê dixwin. Êrîş jî dikin. Li Kerkûkê qetlîam pêk anîn. Jineke şoreşger û welatparêz a ji Hesekê qetil kirin. Bi nemerdane. Wê hîna çi bikin, ne diyar e. Ev çi nîşan dide? MÎT li her derê rêxistinkirî ye. Li her aliyê Başûrê Kurdistanê û Iraqê rêxistinkirî ye. Dixwazin Kerkûkê bi dest bixin. Îro di nûçeyan de hebû, li aliyê Duhokê baregeheke din jî ya nû çêkirin, bi vê re 100 derbas kirin. Dagir dike, êrîşên dagirkeriyê hene. Dixwazin Kerkûkê bigirin. Di hilbijartinan de jî derbeyeke giran xwarin. Niha wê çawa wê rewşê berevajî bikin ku nehêlin waliyek Kurd bê Kerkûkê. Lê di esasê xwe de dixwazin van hêzan jî bînin asta PDK’ê û bikin ku her kes êrîşî gerîla bike û bi vî rengî gerîla têk bibin. Armanca wan ev e. Hemû enerjiya xwe dayîne vê yekê. Sankî gerîla ji wir tê. Lê Amediyê li kuderê, Silêmanî li kuderê, Kerkûk li kuderê? Ji xwe Amediyê nêzî biryargeha Barzanî ye, rêveberî Barzanî ne. Yanî hemû îftîra ne, hewldanekî vala ye.
DIXWAZIN ÎRANÊ BIKÊŞIN NAVA ŞER
Vê jî dibînin, Îran li vê qadê bi bandor e. Dibêjin, wê demê li dijî PKK’ê divê ez Îranê bixim nav liv û tevgerê. Lewma ev du car in wê Serokkomarê Îranê biçûya, lê neçû. Di cara dawî de jî beriya rojekî li ser navê DAÎŞ’ê qetlîam pêk anîn. Agahiyên dawî derketin holê ku faîlên komkujiyê ji Tirkiyeyê çûne, bi salan li Tirkiyeyê mane. Ji Mûsilê derbasî Tirkiyeyê bûne. Sîxûrên MÎT’ê ne. Hevalê Cûma jî eşkere kir, got evane sîxûrên MÎT’ê ne. Rêveberiya me daxuyanî da. Agahî vê yekê piştrast dikin.
Bi gotina ‘metirsiya terorê heye, were em bi hev re li dijî terorê têbikoşin’ dixwazin hevpeymanê bi Îranê bidin çêkirin. Eger serokkomar çûba, wê ev yek jê re gotiban. Teror kî ye? PKK. Dê em bi hev re êrîşî PKK’ê bikin. Lê binêre teror li te jî dixe. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka te jî ye. Dibêjin em bi hev re peymanê çêkin. Wê gotiba wê demê Iraq û YNK’ê mîna PDK’ê bîne aliyê me û bila bi me re li dijî PKK’ê şerê hevpar bimeşînin. Çima bimeşîne? Berjewendiyên her kesî li gorî wî ne.
Em di vê fikir û baweriyê de ne ku dewleta Îranê wê vê yekê fêm bike. Gelek derdor bi hev re hewl didin Îranê li Rojhilata Navîn bikêşin nava şerekî dijwar. Dixwazin wisa bikin ku li dijî Emerîka, Îngilistan û Îsraîlê bikeve nava şerekî dijwar. Serkêş jî Tirkiye ye. Bi taybetî rêveberiya AKP’ê dixwaze li dijî PKK’ê çalakiyên hevpar bike. Em difikirin ku wê ev derdor hemû neyên van lîstokan. Em bawer dikin ku di serî de dewleta Îranê, dîsa rêveberiya YNK’ê û rêveberiya Iraqê wê van rastiyan bibîne. Yanî metirsî cidî ye, mezin e. Ya din jî ev hêz di pêvajoya hilweşînê de ye, ew bi xwe nikare xwe bigire. Divê ji wî re wiha bêjin. Hêza te jî heye, eger tu bikarî bike. Tu çi ji me dixwazî? Dixwaze bêje hûn werin bikin, bila ez rizgar bibim. Îcar ew dibin çi tiştê te ku bên te rizgar bikin. Ew ê rizgar nekin. Em di wê baweriyê de ne. Ji ber ku AKP-MHP bi rastî jî rewş û dema xwe ya herî zehmet dijî. Divê ti kes piştgiriyê nede wî. Ji ber ku di rewşeke pir metirsîdar de ye. Êrîşî Kurdan dike, êrîşî Kurdê azad dike. Dijminê her kesê ku li Rojhilata Navîn demokratîkbûnê dixwaze ye, dijminê her kesê ku dixwaze bibe ji Rojhilata Navîn e. Em difikirin ku wê ev hewldan encam nedin. Ne dewleta Iraqê evqas bêîrade ye, ne rêveberiya YNK’ê, ne jî Îran. Hêzeke van heye. berjewendiyên xwe dibînin. Eşkere ye ku Tirkiye dixwaze bi komplo û provokasyonan wan bîne lîstokê. Wê demê em hêvî dikin û bawer dikin ku wê neyên lîstokên dewleta Tirk. Li Kerkûkê jineke Kurd qetil kirin. Sibe wê yekê Ereb jî qetil bikin, yê din jî. Divê hesaba vê yekê were pirsîn. MÎT li her aliyê, li her aliyê Kurdistan û Erebistanê komplo û sûîqastan pêk tîne, divê ev hêz ji MÎT’ê bê standin. Li dijî vê êrîşkariyê divê çeperê welatparêz ê demokratîk û antî-faşîst, bê afirandin. Banga me ji bo hemû hêzên Rojhilata Navîn ev e.