NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li dijî polîtîkayên faşîst, sîxurî, fuhûş û tiryakê yên dewleta Tirk ên li dijî jinên ciwan û ciwanên Kurd, li navçeyên Buyukçekmece û Hadîmkoya a Stenbolê 3 wesayîtên endamên AKP’ê şewitandin.
Jinên Tolhildêr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got, “Em bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku li dijî qirkirinên îmha û înkarê ku li ku lê bin derbeyê li dijmin bidin.”
Daxuyani wiha ye;
Ji yekîneyên me yên İstanbulê li Büyükçekmece û Hadîmkoya çalakî!
Yekîneyên me yên Stenbolê, derengiya şevê li navçeyên Bûyûkçekmece û Hadîmkoyê a Stenbolê 3 wesayîtên ku bi tesbîtkirin aîdî faşîstên AKP’ê ne, şewitandin.
Em wek Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr
Dijminê ku destkeftiyên gelê me dike hedef, sîxur, tiryak û fuhûşê dixe nav ciwan û jinên ciwanên Kurd û her kesê ku bi dijmin re hevkariyê dike, wê bibe hedefa me.
Em bang li her ciwan û jinên Kurd ên ku evîndarê Kurd û Kurdistanê ne, li ku dibe bila bibe, li dijî êrîşên îmha, înkar û qirkirinê derbeyê li dijminê xwe bixin.
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr