NAVENDA NÛÇEYAN- Beriya demek kurt li sînorê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê çekdarên PDK’ê êrişî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirin. Di dema gerîla di tevgerê de bûn, çekdarên PDK’ê kemîn li pêşiya wan daniye û di encamê de hinek gerîla birîndarbûne. Bi êrişê re fermana PDK’ê ya dijî gerîla piştrast bû.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin beriya demek kurt li sînorê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê çekdarên PDK’ê kemîn li pêşiya gerîlayên ku di tevgerê de bûn daniye.
Her wiha hate diyarkirin ku di encama êrişa PDK’ê ya li ser gerîlayan de, hejmarek gerîla birîndarbûne û alozî hîna berdewame.
Hêjayî gotinêye ku beriya du rojan malpera Şarpressê nivîsek belav kir û ragihandibû ku li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Kurdistanê Lîwa Ezîz Weyîsî, ger şervanekî PKK’ê li nuqteyeke Hêzên Parastina Kurdistanê were dîtin, divê bê dudilî were gulebarankirin.
Herwiha di wê nameyê de hêza PDK’ê ferman daye têde wiha hatiye gotin; “Dema ku hêzên PKK’ê nêzîk dibin, hewla girtina gerîlayên PKK’ê bidin, eger xwe radest nekirin, wan û wesayîtên wan gulebaran bikin. Ger wesayiteke PKK’ê bikeve xalên kontrolê yên Hêzên Zêrevaniyê, divê efser û pêşmerge wesayîtên wan bişewitînin.”
Di nameyê de gef li hêzên xwe xwariye ku her efser û pêşmergeyek li dijî van biryaran tevbigere dê were cezakirin.
Berê jî PDK bi fermana dewleta Tirk di hemû astan de bi PKK’ê re şer kiriye. Bi vê armancê her du alî jî odeyek operasyona hevpar ya li dijî gerîlayên azadiyê heye.