MINBIC- Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseri” bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li Minbicê , bi armanca belavkirin û pêşxistina fikir û felsefeya Rêber Apo pêşangehek hat lidarxistin. . Di çalakiyê de ku bi beşdariya Navenda Çand û Hunerê, saziyên sivîl û leşkerî û komîteyên Ciwan û Werzîşê tevlîbûn de, pirtûkên Rêber Apo, kovarên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêber Apo û şehîdan hatin pêşkeş kirin. Her wiha di çalakiyê de folklora girêdayî Çanda Erebî ji aliyê koma zarokan a folklorê ya Meclîsa Jinê ya Zenobiyê ve hat lîstin.
Piştre sînevîzyona li ser jiyana Rêber Apo û pêvajoya komployê hate temaşekirin.
Çalakiya pêşangehê bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” ya bi zimanê Erebî bi dawî bû.