TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo jinên ciwan ên herêmê semînerekî li ser fikirê Rêber Apo û tecrîda ku girtîgeha Îmralî tê meşandin li dar xist.
Di dest pê kê de deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat girtin. Piştre nîvîsên Rêbertî hatin xwendin. Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo ji zarokatiya xwe li Riha, Bakurê Kurdistanê, heya roja îro li girtîgeha dewleta faşîst a Tirk a girava Îmralî hat pêşkêş kirin.