NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo û Hesekê wesayîta wan hedef girt, di encamê de endamekê wan şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hedefgirtina wesayîta wan li ser rêya Qamişlo-Hesekê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Îro (24ˊê Çile) piştî nîvro, artêşa Tirk ya dagirker bi rêya balafirên bêmirov li ser rêya navnetewî ya ku bajarê Qamişlo û Hesekê bi hev ve girê dide, wesayîteke ya hêzên me kir armanc, di encamê de endamekê me şehîd bû û 3 endamên din jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk ji hedefgirtina hêzên me ewe ku ewlehî û aramiya gelê me xerab bike. Hêzên me ya şopandina hemû sûcdar û her kesê ku dixwaze fitnê û tirsê di nava civakê de belav bike, rê li ber digire.
Ev hedefgirtin wê nikaribe me ji pêkanîna karê me bi dûr bixe. Emê ji her demê zêdetir kar bikin ji bo ewlehî û aramiyê li herêmên me.”