AMÛDÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Amûdê civîna xwe ya salane lidarxist.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora kar û xebat a salekî hate xwendin. Piştre axaftin ji hemû beşdarên civînê re hat vekirin ji bo nirxandina pirsgirêk û zehmetiyên tevgera ciwanan. Nîqaş hat kirin û çareserî hatin pêşniyar kirin. Di encamê de plansaziyekî hat derxistin, bi taybet ji bo dûrxistina ciwanan ji bandorên şerê taybet ê dijmin, ku bi armanca parçekirina civak û berxwedana wê tê meşandin.