HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Koçer civîna xwe ya salane lidarxist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir. Piştre raporta kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger a sala 2023 hate xwendin. Piştî wê mafê axaftinê ji hemû beşdarên civîne re hat dayîn ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û zehmetiyên ku tevgera ciwanan derbas dibe. Ciwanan nirxandin kirin û çareseriyên guncav danîn pêş bi taybet ji bo dûrxistina ciwanan ji bandorên şerê taybet ê dijmin. Di dawîyê civînê de jî Meclîsa Giştî ya Ciwanên Şoreşger hate avakirin bi hilbijartina endamên wê. Endamên Meclîsê li hemberî hemû pêkhate soza xwe dan ji bo meşandina kar û xebatê xwe li gorî fikirê Rêber Apo û kedê şehîdan. Civîn bi çepik û berzkirina diruşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.