GIRKÊ LÊGE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarokê Girgêlegê civîna xwe ya salane li darxist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre raporta kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Girkê Lêge a sala 2023 hate xwendin. Piştî wê mafê axaftinê ji hemû beşdarên civîne re hat dayîn ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û zehmetiyên ku tevgera ciwanan derbas dibe. Ciwanan nirxandin kirin û çareserî hatin pêşxistin. Di dawîyê civînê de jî endamên Meclîsa Giştî ya Ciwanên Şoreşger hatin hilbijartin. Endamên Meclîsê li hemberî hemû pêkhate soza xwe dan ji bo meşandina kar û xebatê xwe li gorî fikirê Rêber Apo û kedê şehîdan. Civîn bi berzkirina diruşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.