ŞEHBA – Îro bi peşêngtiye Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiye Jinên Ciwan ya kantone Êfrin û Şehba bi dehan ciwan li navçeya Edahs kom bûn û li hemberî erişê hevkarî ya KDP ya beramber gerîlayên Azadiyê Kurdistan ku dûh evarê li Girê Amediyê pêk hat, meşek lidarxist.
Ciwan bi çoşek mezîn û bi sloganên “Bimre Ixanet” “Bimre Dagirkeriyê” û “Bijî Berxwedana Gerîla” meşiyan û iddayê xwe nişan da ne.
Her wiha bi dawî ya meş daxuyaniyek hate dayîn, daxuyanî wiha ye:
HEVALÊN HEJA Û BI RÛMET
Wek tê zanîn di 23 Kanunê de gerîlayên Azadiyê Kurdistan derbeyek herî mezîn li dewleta tirk a faşîst da. Li Gire Amediyê ya herema Zapê 61 dagirker hatin cezakirin û ev çalakî bû sedema tirsek mezin di nav dewleta tirk ya faşist. Jiber ev çalakî rastiyê hilweşandinê wan nişan da û ev êdî nema dikarin vî heqîqetê veşêrin. Bi dimenên bi nav û deng ku gerîla TV parve kir hemû dinya vê rastiyê bi çavên xwe dit.
Li ser vê esasî şefa faşist Erdogan carek din bi ixanetkar û hevkarên xwe yê KDP hevditin kir û hesab ji wan xwest, ji ber bi hemû teknîk û pilanên xwe nekarîn gerîla tûne bikin. Piştê vê hevdîtin mala Barzanî bi çeteyên xwe ya peşmergeya roj dûh êvarê li qadê Girê Amediyê eriş li hemberî gerîlayê azadiya Kurdistanê pek anî û di encamê vê erişê de 2 hevalên me birîndar bûn.
Îxanet û hevkarî bênamûsiyêk herî mezîne. Di bin navê Kurdistan û Kurditiyê KDP erişê gelê Kurdistanê dike û peşêngên şoreşê dike hedef. Em wek ciwanên APOYÎ, ixanetkar û hevkaran ti carî qebûl nakin û hemberî vî têkoşînek mezîn dikin, ji ber vê yê ku welatê xwe difroşe wê her tiştê bifiroşe. Eger îro li her 4 parçeyên Kurdistan dagirkerî xwe bicîh kiriye sedema wî encamê alikariyê ku xeta îxanetê dike ye.
Wek ciwanên Rêber APO emê xeta berxwedaniyê biparêzin. Em soza xwe dubare dikin ku emê li ser xeta Rêbertî û şehidên me, her bimeşin. Bi rihê şehidên Zapê ya reheval Helmet, Huseyîn û Welat emê tekoşina xwe bilind bikin, dargiker û hevkarên wî li ser axê xwe de nehêlîn.
BIJÎ BERXWEDANA GERÎLA!
BIJÎ BERXWEDANA GİRÊ AMEDİYÊ!
BİMRE İXANET!