NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker herêma di navbera Koran û Xerbîsan ên gundewarên Kobanê de bombebaran dikin, hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê û navçeya Eyn Îsayê digerin.
Beriya çend kêliyan jî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li herêma naborî bombebaran kirin, di encamê de leşkerek birîndar bûn.
Her wiha balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke din a hêzên hikumeta Şamê li gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî bombebaran kir.