MÊRSÎN- Ji bo silavkirina berxwedana greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li zindanan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetirî 50 roj in hatiye destpêkirin, her wiha berxwedana destanî silav bikin û ji bo şermezarkirina êrîşa hevkar û xiyanetkar a PDK’ê ya danê êvarê yê li ser gerîlayan pêk hat, li navçeya Tarsûsa Mêrsînê saet di 00.50’an de ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat li dijî Şîrketa Hilberîna Elektronîkî ya AWOX Teknolojiya AWOX ya li Pîşesaziya Organîze ya 3’yemîn çalakiyek şewitandinê hate lidarxistin. Piştî çalakiyê hat hînbûn ku febrîqe xisareke mezin dîtiye û nayê bikaranîn.
Çalakiya ku ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê yên Alî Firat ve hate lidarxistin; Diyar kir ku wan ev yek bi dirûşmeya “Teslîmiyet ber bi îxanetê, berxwedan ber bi serketinê ve” kirine.