GERMIYAN – Ji ber gef û zextên li ser mamostayan ji bo şkandina boykotê û vegerîna dibistanan, beşek ji mamostayan boykot şkandine û vegerane dibistanan. Lê hîna beşek zêde li kolananin û boykotê berdewam dikin. Mamostayên Germiyan diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn boykot wê berdewam be û wiha gotin: “Bê ku daxwazên me pêk werin, boykot şkandin bi mirina xwe leyîstine.”
Xwepêşandan û boykota mamostayên nerazî yên li Germiyan û gelek deverên din ên Herêma Kurdistanê ya ji bo daxwaza mafên xwe berdewame. Lê ji ber zext û gefên desthilatê eniya boykotê heta astekê lewazbûye û beşek ji mamostayan boykot şkandine û derbazî dibistanan bûne. Mamostayên nerazî yên Germiyan di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.
Mamosta Serdar Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir: “Du heftiye zextek zêde li ser me ji bo şkandina boykotê heye. Lê îradeya mamostayan gelek mezintir û bilindtire. Ji ber ku xwepêşadan taybetin û pişta wan qayîme ji ber wê li beramberî zextan bê minetin. Ji ber ku mamosta ziyan dîtine û daxwazên wan nehatine pêkanîn. Ji bo wê heta gihiştina armanca xwe, zext û gef bandor li me nake. Bê ku ti daxwazek me pêkbînin, banga vegerîna dibistanan dikin. Ji ber wê vegerîna dibistanan bi mirina xwe leyîstine. Heta daxwazên me neyên pêkanîn em navegerin dibistanan.”
Endamê Desteya Mamostayên Nerazî ya Germiyanê Mamosta Sefa Berzencî jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Niha zext gelek cidî ne û çar hevalên me hatin girtin û piştre hatin berdan. Lê em wek meclisa mamostayên nerazî bi ti awayî venagerin dibistanan. Heta ku daxwazên me neyên pêkanîn emê li xwepêşandan û boykotê berdewam bin. Desthilat daxwaz dike ku em bê ku mafên xwe û mûçeyê xwe bigirin, xwepêşandan û boykotê bi dawî bikin û vegerin dibistanan. Tevî ku çend mûçeyên me nehatine dayîn û paşxistin.”
Mamosta Sefa Berzancî herî dawî diyar kir ku mamostayan bi helwesteke wêrekane daketine ser cadeyan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Niha çend hevalên me ji bo pêkanîna daxwazên me li Bexdayê ne. Em bang li hemû çîn û karmendan dikin ku piştgiriya mamostayan bikin.”