DÊRAZOR – Lîstok ji bo zarokan hem ji bo fêrbûna jêhatîbûnên nû û pêşxistina şiyanên laşî û derûnî rêyek rastîn e. Aktîvîteyên werzîşî çalakiyên pir girîng in ji ber ku dihêlin ku zarok şiyanên xwe keşif bikin û enerjiya xwe berde. Keleka wê jî şahî, zewq û geşkirina rihê pêşbaziyê di nav zarokan de tîne.
Desteya Ciwan û Werzîşê de ji bo zarokên li herêma Muhemîda li Stadyûma Safira ya li ser Xeta Rojavayê Dêrazorê çalakiyeke şahiyê li dar xist. Di çalakiyê de lîstik, pêşbirk û werzîş hatin kirin. 22 zarok beşdarî çalakiyê bûn. 10 ji wan xort bûn û 12 keç bûn.
Di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin, ku coş û şahî anî dilê zarokan.