LÛZERN – Pêşandana sînemayê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir û piştre bi silavkirina Rêber APO ku di pergala îşkenceya Îmraliyê de berxwedaneke dîrokî nîşan da. Piştre li ser navê ciwanan endamê TCŞ’ê Azad Riha axivî.
Endamê TCŞ’ê Azad Riha di axaftina xwe de ev tişt anî ziman.
Bi peymana ku ji sala 1923’an ve li Lozanê li dijî gelê Kurd û dîroka gelê Kurd hatiye îmzekirin, gelê Kurd parçe kirine û hewl dane wan tine bikin. Weke ku Rêber APO gotiye, divê Kurdistan azad bibe, gelê Kurd her tim li dijî dijmin şer bike. Komploya li dijî Rêber APO beriya 25 salan veguherî rewşeke navneteweyî û bi hevkariya navbera dewletan dewam kir.
Berxwedana Îmraliyê 25 sal in didome û her çiqas dewleta Tirk a faşîst Rêber APO tecrîd bike jî, berxwedana Rêber APO û gelê Kurd faşîzan têk dibe û her tim faşîstan dikişîne nava xirecir. Hevalên li girtîgehê ji bo silavkirina berxwedana Îmraliyê di roja 62. de çalakiya greva birçîbûnê ya ku îro li Bakur hatiye destpêkirin berdewam dikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO neyê dayîn wê bidomin. Rojava bi paradîgmaya Rêber APO û bi berxwedana leheng a gelê Kurd hatiye avakirin û îro em hemû hevrêyên xwe yên ku di 9. salvegera damezrandina Kobanê de li berxwe didin û têdikoşin silav dikin. “Dewleta Tirk a faşîst bi hemû hêza xwe dixwaze Rojava û gelê Kurd asîmîle bike û her roj bombeyan bi ser Rojava de dibarîne, lê divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd ti carî serî li ber faşîstan netewand û îro jî serî natewîne. berxwedana xwe her tim berdewam bikin.” Gotin.
Piştî daxuyaniyê sînevîzyona li ser êşkence, komplo û dewletên faşîst ên ji hebûna gelê Kurd heta niha hewl didin gelê Kurd ji nedîtî ve bên û gelê Kurd ê leheng û Rêber APO ku her tim li hemberî vê yekê li ber xwe daye, hate nîşandan.
Pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zindana” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.