DIRBÊSIYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dirbêsiyê îro civîna xwe ya salane lidarxist. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora kar u xebata salekê hat xwendin. Rewşa rêxistinî, pirsgirêkên heyî û çareseriyên wan hatin nîqaş kirin. Di encamê wê de plansaziyekî ji bo sala nû hat derxistin.
Endamên Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dirbêsiyê hatin hilbijartin û wan li hemberî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û hemû pêkhate soza dan ku wê bi tekoşîn û durustbûn kar û xebatê xwe bikin. Civîn bi berz kirina sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.