ŞEHBA – Îro ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehba ve komxebatek ji jinên ciwan re hate lidarxistin. Komxebat bi amadebûna dehan jinên ciwan li navenda Çand û Huner a navçeya Fefînê ya Şehbayê pêk hat.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo ji bo jinên ciwan hatin xwendin û di derbarê parastin û jinên ciwan de sînevîzyonek hate pêşandan. Piştî sînevîzyon hat temaşe kirin, li ser mijarên xweparastin û rêbazên wê, penaseyên parastin û parastina rewa û rol û misyona ku dikeve li ser milên jinên ciwan nîqaş hatin kirin.
Pêşniyar û plansazî li gorî vê yekê hatin kirin û di dawiyê de jî komxebat bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.