Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya 4’ê Mijdara 2023’an ev agahî da:
“4’ê Mijdarê saet 10:30’î li ser rêya qereqola Xwelînkê ya navçeya Elbakê wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Reo bû hedef û bi taktîka sabotajê hate lêdan. Ev wesayita ku bi awayekî rast lê hat xistin bi temamî hat îmhakirin û 2 kesên di hundir de hatin cezakirin. “Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo tolhildana hevrêyên me Yûsif Pîrosî, Şoreş û Deyndar hatiye lidarxistin.”