HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temir îro civîna xwe ya salane lidarxist. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora kar û xebata salekê hat xwendin. Rewşa rêxistinî, pirsgirêkên heyî û çareseriyên wan hatin nîqaş kirin. Di encamê wê de plansaziyekî ji bo sala nû hat derxistin. Civîn bi berz kirina sloganan bi dawî bû.